Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgeha Espiye ya Giresûnê berdana Zubeyîr Îdem ê ku nexweşiyên wî hene taloq kir.
Girtiyê siyasî Zubeyîr Îdem 30 sal in di girtîgehê de dimîne û li gel ku cezayê xwe yê lê hatiye birîn xelas bûye jî nayê berdan. Zubeyîr Îdem ku li Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeyê dimîne diviya di 23yê Gulanê de hatiba berdan lê Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgeha Espiyeyê derbarê berdana Zubeyîr Îdem de biryar da ku ew 3 mehên din jî di zindanê de bimîne. Li gel ku demek dirêj e nexweşiyên varîsa di lingên wî de hene û morikên hestiyên pişta wî ji cih derketiye jî Zubeyîr Îdem nayê dermankirin.
Pismamê Zubeyîr Îdem, Ahmet Îdem bertek nîşanî biryara taloqkirina berdana Zubeyîr Îdem da ûdiyar kir ku diviya ji ber nexweşiyên wî zûtir were berdan lê li gel ku cezayê wî xelas bûye jî bi awayek bê hiquqî û kêyfî berdana wî taloq dikin.
Zubeyîr Îdem kî ye?
Zubeyîr Îdem ê ku ji navçeya Hezex a Şirnexê ye, di sala 1996an de li Edeneyê bi hinceta endamê rêxistinê ye hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Ew ji sala 1996an heya niha li girtîgehên weke bajarên Edene, Konya, Elbîstan, Amed, Mîdyat, Sêrt, Patnos maye û niha li girtîgeha navçeya Espiye ya Giresûnê dimîne.













