Amed – Amediyan derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de gavneavêtina dewletê rexne kirin û destnîşankirin ku gav yek alî nabe û heke wiha berdewam bike baweriya tu kesî bi pêvajoyê namîne.
27ê Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pevajoya Aştî û Civaka Demokratik dest pê kir. Tevî ku pêvajo nêzî sal û nîvin berdewam dike jî hêj dewletê gaveke şênber neavêtiye. Di heman demê de ev rewşa nediyar di nav civakê de metirsiyeke mezin û bêbaweriyekê diafirîne. Hemwelatiyên Amedê derbarê gavneavêtina dewleta Tirk û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik de ji ajansa me re axivîn.
‘Pêvajo bi vî awayî nameşe’
Welatiyê bi navê Recep Aygun destnîşan kir ku dema ku hêj pêvajo dest pê nekiribû, mirovan nedikarî navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lêv bikin, mirov dihatin girtin û wiha got: “Piştî ku Devlet Bahçelî ev daxuyanî da, êdî rewş hinekî serbesttir bû. Bahçelî carinan vê mijarê tîne rojevê û dibêje, ‘Bila ev doz çareser bibe û ev pêvajo bi serkeftî bi encam bibe.’ Lê ez wisa texmîn dikim ku ew vê yekê tenê wekî manevrayeke siyasî dike. Tê gotin û paşê disekine. Kes guh nade wan. Ez bawer nakim ku ev pêvajo bi ser bikeve. Tu hêviya min bi vê yekê tune ye. Devlet Bahçelî dibêje, wisa bikin, bila çêbibe. Min ev doz pejirandiye, dê wisa bibe. Lê paşê, ew xwe kerr dike, mijar ji rojevê dikeve û ji bîr dibe. Dûv re jî, yekser careke din qeyiman tayîn dikin. Wekî mînak, li Amedê û bi taybetî li bajarên Kurdan qeyiman tayînî şaredariyan dikin. Qeyiman tayînî şaredariyên CHPê û yên DEM Partiyê dikin. Lê kes guh nade gotinên Bahçelî. Mînak, ma wî negoti bû ‘Ahmet bila biçin meqamên xwe, Selahattîn Demîrtaş jî vegere mala xwe.’ Baş e, ka li ku ye? Ez bawer nakim ku ev pêvajo hîn zêdetir bi pêş ve biçe.”
‘Kurd êdî nayên xapandin’
Welatiyê bi navê Nevzat Erencî jî pêvajoyên ku di salên berê de hatibûn meşandin bi bîr xistin û got: “Di dilê min de ji mijûlkirinê pê ve tu tiştekî din nîne. Ji ber ku beriya niha jî her wisa çêbû. Çi heye? Ew ne jidil in. Aliyekî got ku hûn gavekê biavêjin, em jî dê gavekê biavêjin. Lê belê ne wî aliyî gav avêt, ne jî vî aliyî gav avêt. Ji ber vê yekê baweriya mirovan pê nayê. Sed sal in çawa berdewam kiriye, vê carê jî wisa ye. Dema ku mirov li welatên dinyayê dinêre, hemû li ser Kurdan siyasetê dikin, berjewendiyên wan tê de hene. Her kes bi awayekî dixwaze Kurdan bixapîne. Îcar Kurd ne Kurdên berê ne, ew teqez hişyar bûne. Ji vê gavê pê ve heke ew hişyar bin, êdî nayên xapandin.”
‘Mafên gelê Kurd naînin ser maseyê’
Fetullah Demîrel jî diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi gavavêtina yek aliyêkî nabe û wiha axivî: “Ev pêvajo ti baweriyê nade mirov. Heke tu sedema wê jî bipirsî; beriya sê mehan komîsyonek ji bo aştiyê kom bibû. Dema ku nûnereke aştiyê çûbû wir, serokê wê komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş jê re gotibû ku ‘bi Kurdî neaxive’ û bêrêzî lê kiribû. Yanî ji vir pê ve, gava em dinêrin, hemû nêzîkatî wekî hev in. Ji ber vê yekê, ti baweriyeke min bi wan tune ye û ti baweriyê nadin me. Ji bo ku bawerî çêbibe divê çi bê kirin? Divê dewleta Tirkiyeyê ji bo pirsgirêka Kurd û ji bo mafên neteweyî yên Kurdan ku ez binê wê bi taybetî xêz dikim gavên berbiçav biavêje. Îro em dibêjin ku hejmara me 35 milyon e lê ev gel nikare bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Ev yek nayê qebûlkirin; li cîhanê tiştekî wiha nemaye. Gelo dibe ku nifûseke 35 milyonî ji perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar be? Ev yek hem ji bo dewletê hem jî ji bo gelê Kurd cihê şermê ye. Ji ber vê yekê jî, di vê pêvajoyê de heta niha qala tiştekî nekirine. Negotine em ê vî tiştî an jî wî tiştî bikin. Ji ber vê, ti baweriya min bi wan tune ye û dê nebe jî. Ji ber ku ti carî mafên neteweyî yên gelê Kurd naînin ser maseyê û qala wan nakin. Azadkirin an jî serbestberdana kesekî tenê, pirsgirêkê çareser nake. Divê pêşî ji bo mafên neteweyî yên gelê Kurd gavan biavêjin. Em dixwazin ewilî ev gav werin avêtin.”
‘Em dixwazin gav bi hevparî werin avêtin’
Bayram Kanak di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi yek alî ti pêvajo çareser nabin û axaftina xwe wiha domand: “Niha li Amedê rewş gelek xweş bûye. Şênkahî ye, mirov tên û diçin; hemû bûne xwişk û bira, hemû bûne heval û dost. Em jî dixwazin ku di vê pêvajoya çareseriyê de ev rewş bi heman awayî berdewam bike. Gava aliyek gavê biavêje, yê din jî dê gavê biavêje. Ev yek nabe ku yekalî be; mirov naxwaze yekalî be. Çi du alî an jî sê alî bin, mirov dixwaze ku ev gav bi hevparî werin avêtin”

‘Em hemû xwişk û bira ne, şer di nava me de çênabe’
Alî Ekîn jî di axaftina xwe de bal kişand ser xwişk û biratiya gelan û wiha axivî: “Ji bo dewletê jî, ji bo miletî jî her tişt ji bo biratiya me ye. Em qayîl in ku şer tune be. Em qayîl in her daîm aştî hebe, em tev bi xwişk û biratiyê bipeyivin. Em hemû bi aştiyê, di nav aştiyê de mezin bûne. Em hemû xwişk û bira ne, şer di nava me de çênabe. Ji bo pêvajoyê pir tiştan dibêjin lê pêk naînin jî. Însan yanî bêhtir aciz bûne, êdî ne qayîl in baweriya xwe pê bînin. Ji tiştên ku dibêjin û pêk naynin, em ji vê rewşê bi gazinc in.”














