Enqere – Karkerên madenê yên tevî ku rayedar soza pêkanîna daxwazên wan dabû û pêk neanîbû, carek din hatin Enqereyê. Cîvîna karkeran ya saet 10:00an li Wezareta Karên Navxweyî hatiye destpêkirin, didome.
Karkerên Madenê yên giredayî Sendîqaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn ji bo heqdestê xwe bistînin li Enqereyê dest bi çalakiya grevê kirin. Çalakiya karkeran bi rojan berdewam kir. Piştî hevdîtina Wezareta Enerjiyê re hatiye kirin, rayedarên wezaretê diyar kirin ku ew ê heqdestê wan teslîm bikin. Karker bi şerta pêkanîna daxwazên xwe çalakiya grevê bi dawî kiribûn.
Rayedarên soza pêkanîna daxwazên karkeran pêk neanî û heqdestê wan teslîmî wan nekirin. Bi ser vê yekê karkar carek din berê xwe dan Enqereyê. Karkeran ji aliyê polîsan ve li navçeya Beybazariyê ya Enqereyê hatin astengkirin. Wesayîtên karker pê hatine hat desteserkirin.
Nûnerên Sendîqaya Madenê û 6 karkerên madenê bi ser navê karkerên din saet ji 10:00an vir ve li Wezareta KarênNavxweyî civînê li dar dixin.
Civîn berdewam dike.













