* Serokê Amedsporê Nahît Eren diyar kir ku ew ê bi rêveberiya nû, îstîşareya Amedsporê û bi piştgiriya saziyên Amedê, dê pirsgirêkan çareser bikin û wiha got: “Amedsporê çawa di nav dilê gelê me de cih girtibe, em ê xebatên xwe jî bi wî awayî bidomînin. Ji bo Amedsporê çi ji destê me bê, em ê bi cih bînin.”
* Di salên 1990î de li Şirnexê bi sedan gund ji aliyê dewletê ve hatin valakirin û heya niha ketine 87 gundan qedexe ye, destûra ji bo ketina gundan tê dayîn jî ji bo rojek an jî demek kurt e.
* Hevseroka ÎHDê ya Şaxa Îzmîrê Zîlan Gumuş bal kişand ser zextên sîstematîk ên sîxurtiyê yên li ser welatiyan û diyar kir ku ev kiryar rûmeta mirovî binpê dikin û got: “Aştî bi guman û bêbaweriyê nayê avakirin.”
* Li gundê Malêmêrgê yê navçeya Sasonê ya Êlihê bi salan e şêniyên wir bi karê danîna çîlekan re eleqedar dibin. Gundiyan diyar kir ku ew salê sê demsalan çîlekan radikin û debara xwe bi wan dikin û wiha gotin: “Ji ber barîna berf û barana zêde ya îsal çîlek tehmesarkî bûne û hin ji wan jî nayên xwarin.”
* Yek ji bedewiyên xwezayî ya herî xweşik Sûlava Bêgiriyê, piştî baran û berfa zêde ya salê, di demsala biharê de bi awayek gur û guj diherike û dîmenek weke şahiyekî pêşkêşî gelê herêmê û geştyaran dike.
* Şêniyên gundê Zivinga Şikaka 6 roj in ji aliyê leşker û kesê bi navê Abdullah Oner ve tên astengkirin û nikarin biçin gundê xwe.








