Îzmîr – Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş, bal kişand ser zextên sîstematîk ên sîxurtiyê yên li ser welatiyan û diyar kir ku ev kiryar rûmeta mirovî binpê dikin û got: “Aştî bi guman û bêbaweriyê nayê avakirin.”
Li Tirkiye û Kurdistanê û bi taybetî li bajarên weke Îzmîrê ku dînamîkên siyasî û sivîl ên Kurdan û derdorên demokrat lê xurt in, hewldanên polîs û îstîxbaratê yên ji bo “ajantiyê” van demên ku em qala “Aştî û Civaka Demokratîk” dikin gihiştine asteke bifikar û bûne şêwazekî sîstematîk ya çewisandinê. Bi hewldanên ajantiyê mafê xwe birêxistinkirinê a ku di demokrasiyan de mafeke rewa ye, tê krîmînalîzekirin. Polîs ji dêvla parastina “ewlehiya” civakî hemû xebatên rewa, daxwazên aştiyê, şahî û çalakiyên sivîl bi zanebûn krîmînalîze dikin. Ev xebatên rewa weke “sûc” an jî “çalakiyên dijhiqûqî” tên nîşandan û weke hêncetekê li dijî welatiyan û çalakvanan tên bikaranîn da ku tirs û guman di nav civakê de berbelav bibe.
Stratejiya sîxurkirinê: Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi şantaj û gefan ve
Ev polîtîkaya ku bi navê “parastina ewlehiyê” tê meşandin, ji rêbazên klasîk dest pê dikin û ber bi şêweyên piralî yên psîkolojîk û aborî ve diçin. Polîs û sixur, di destpêkê de bi nêzîkatiyên “hevalane” û bi gotinên mîna “Em siberoja te difikirin, em dixwazin alîkariya te bikin” nêzî kesan dibin; lê gava bersiveke erênî nagirin, demildest serî li şantaj û gefan didin.
Di dema hevdîtinên nefermî an jî hevdîtinên veşartî de, gefa vekirina dozên mezin, girtin, astengkirina mafê perwerdehiyê, betalkirina bursan û rêgirtina li ber dîtina kar li dijî van kesan wekî amûreke zextê tê bikaranîn. Di heman demê de, parastina daneyên kesane û hûrgiliyên jiyana taybet bi temamî tên binpêkirin; agahiyên nepenî yên li ser malbat, heval û jiyana taybet a kesan wekî çekeke şantajê ya derûnî tê bikaranîn.
Tirs û gumanê dikeve nav civakê
Her wiha, qadên ku ev zext lê tên meşandin jî hatine guhartin; polîs û sîxur êdî van hewldanan ne tenê li cihên fermî yên wekî avahiyên ewlehiyê an girtîgehan, lê belê li qadên giştî yên wekî kafe, hawirdorên zanîngehê û bi rêya telefon û torên civakî pêk tînin. Armanca sereke ya van hewldanên sîxurkirinan, ne tenê berhevkirina agahiyên îstîxbaratî ye, armanca herî mezin ew e ku di nav saziyên sivîl, partiyên siyasî û komên mafparêz de tovên guman, bêbawerî û tirsê biçînin.
Bi vî rengî, hişmendiyeke tirsê li ser civakê tê ferzkirin da ku peywendiyên civakî bên perçekirin û têkoşîna demokratîk a li bajêr bi temamî bêdeng bibe. Bi vê sîstema zextê ya berfireh, rûmeta mirovî, azadiyên bingehîn û parastina mafên kesayetî yên ku di bin garantiya hiqûqa gerdûnî de ne, rasterast tên binpêkirin.
Li dijî van zextên ku mafên mirovan binpê dikin, saziyên hiqûqî û rêxistinên mafparêz bang dikin ku tu kes serî li ber van gefan netewîne û di rewşên wiha de tavilê serî li komeleyên mafên mirovan û parêzeran bidin.
Zext û hewldanên ajantiyê yên ku li Îzmîrê gihîştine asteke fikarbar û di rojeva parêzvanên mafên mirovan de xwedî ciheke sereke ye.
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zîlan Gumuş li ser vê babetê ji Ajansa Welat re axivî.
Nexşerêya hiqûqî û psîkolojîk: Divê çi bê kirin?
Zîlan Gumuş ji bo welatî û çalakvanên ku rastî gefên bi vî rengî tên, nexşerêya hiqûqî û psîkolojîk xal bi xal rêz kir û ev hişyarî dan:
* Daxwazên polîs û îstîxbaratê ên ji bo sihbet an jî hevdîtinên ku dê neyên qeyd kirin û bê yî ragihandineke fermî dê pêk werin rasterast red bikin. Tu pêvajoyeke fermî bêyî parêzer û kaxiza vexwendinê ya li gorî qayideyê nayê meşandin.
* Hejmarên telefonê, peyamên ku gihîştine we, heke hebe kêliyên taqîbkirina fîzîkî, agahiyên dem, mekan û plakaya wesayîtan bi awayekî zelal not bikin û ji bo ewlehiya xwe bi kesên ku hûn jê bawerin re parve bikin.
* Demildest, serî li şaxên ÎHDê, rêxistinên hiqûqî an jî baroyan bidin. Bi awayekî fermî li Serdozgariya Komarê giliyê vî sûcî bikin.
* Polîtîkayên bi vî rengî, dema kesê ku ajantî lê tê ferzkirin vê ferzkirinê xef bike ev polîtîka bi hêztir û domdartir dibin. Li dijî vê polîtîkayê amûra herî bi bandor li gel rêxistinên mafparêz daxuyaniyeke çapemeniyê ye.
Zîlan Gumuş di aliyê derûnî de jî destnîşan kir ku ev pêvajo armanc dike ku di kesayeta mirov de tenêtiyeke giran û fikarên domdar ên paranoyayê ava bike û got: “Ji kêliya destpêkê ve girtina piştgiriya psîkolojîk a profesyonel û mayîna di nav tora pişgiriya rêxistinên mafparêz de, ji bo şikandina hesta tenêbûnê gelekî girîng e.”
‘Gotin aştî ye, lê kiryar dijminane ye’
Zîlan Gumuş li ser gotinên aşitiyê ên siyasetmedaran û helwesta hêzên ewlehiyê jî destnîşan kir ku nakokiyeke mezin heye û got: “Li aliyekî li qada giştî gotinên ‘demokratîkbûn’ û ‘pêvajoya aştiyê’, li aliyê din jî hêzên ewlehiyê tevgerên bi awayeke nehiqûqî hene. Ev nîşanî me dide ku refleksên ewlehîparêz ên dewletê berdewam dikin. Dema mirov li aliyekî behsa pergala civaka demokratîk bike û li aliyê din jî welatiyên xwe wekî tirs û gefeke potansiyel bibîne û hewl bide bi rêyên derqanûnî wan manîpule bike, ev yek tê wateya bêsamîmiyetê û veşartina meyla otorîter.”
‘Aştî bi guman û bêbaweriyê pêk nayê’
Zîlan Gumuş di dawiya nirxandina xwe de da zanîn ku ev cure kiryar, têkiliyên baweriyê yên di nav civakê de û baweriya li hemberî sîstema hiqûqê hildiweşîne û got: “Di nav civakeke ku her kes gumanê ji hev dike qadeke giştî ya demokratîk nayê avakirin. Pêkanîna aştî û van hewldanên ku civakê bêbawer dikin, nikarin di heman demê de bi hev re bimeşin. Aştî tenê bi atmosfereke ku tê de şefafiyet, rêzgirtina ji rûmeta mirovî re, garantiya hiqûqî ya mutleq û azadiya îfade û rêxistinbûnê bi temamî hatibe mîsogerkirin pêkan e. Ev cure kiryarên li dijî rûmeta mirovî divê demildest bên terikandin. Wekî ÎHD, em ê ji bo ji holê rakirina van kiryaran xebatên xwe bidomînin.”













