Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNKê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ ya li Bakurê Kurdistanê hate destpêkirin, banga piştgiriyê kir.
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ ya li Bakurê Kurdistanê hat destpêkirin de daxuyanî parve kir û piştgiriya xwe anî ziman.
KNKê di daxuyaniyê de bi kêfxweşiyeke mezin kampanyayê pîroz kir û diyar kir ku zimanê Kurdî mal û hebûna nasnameya gelê Kurd e û wiha got: “Ji bo me Kurdan ziman welatek e ku me hemûyan di bin sîwana xwe de tîne cem hev û dike yek. Ji ber vê yekê, pir girîng e em hemû bi serbilindî malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî û elind û asoya zimanê nifşên paşerojê ronî bikin, pêgeh û hebûna neteweya xwe xurt û misoger bikin. Têkoşîn, xebat, plansazî, siyaseta ziman û çandî erkê neteweyî û exlaqî, yê her Kurdek bi rûmet û resen e.”
Di daxuyaniyê de KNKê bang li hemû malbatên kurd kir ku tev li kampanyayê bibin, malên xwe bikin dibistan û fêrgeha zimanê kurdî û xwest hemû dezgehên medyayê jî bi tevahî beşdarî kampanyayê bibin û piştgirî bidin.
KNKê di dawiya daxuyaniyê de ev bang li gelê kurd kir: “Em bang li gelê Kurd û Kurdistaniyên li çar aliyên cîhanê û beşên din ên Kurdistanê dikin ku beşdarî vê kampanyayê bibin û hewlên berfireh bidin da ku zimanê me yê dayikê di qanûn û destûrên dewletên Tirkiye, Sûriye, Îran de bi hevşêweya destûra Iraqa federal bi fermî were naskirin. Divê mafê xwendin, nivîsandin, îfade û çalakiyên bi zimanê Kurdî di hemû civak û saziyan de ji bo Kurdan were garantîkirin û bidestxistin.”














