Berxwedêrên li ser Bendava Tişrînê diyar kir ku li dijî hemû êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk, parastina bendava xwe didomînin û anîn ziman ku dagirker bi vîna wan nikarin.
Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ji 8ê çileyê ve li dijî êrişên bênavber ên dewleta Tirk û komên paramîlîter ên li dijî herêmê çalakiyên xwe li ser bendava Tişrînê dewam dikin. Îro 26 roj e, bi beşdariya sedan xelkê kantona Cizîrê, tevî êrişên hewayî û bejahî yên li derdora bendavê, çalakî didomin. Vê êvarê, şênî li ser bendavê agir vêxistine û li dora agir diruşmên silavkirina berxwedana HSDê û şermezarkirina êrişan bilind dikin.
Ji welatiyên beşdarî çalakiya li ser bendavê bûye, Îbrahîm Kosa yê ji Qamişloyê axivî û got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nikarin vîna me bişikînin. Em ê teqez bi ser bikevin.”
Her wiha li dora agir û li ber stranên şorşegerî dîlan hatin gerandin.