Ciwanên Welatparêz ên Rojhilatê Kurdistanê, berpirsiyariya cezakirina Mihemed Îbrahîmî (Heme Çîkol) ku di kuştina gerîla û pêşmergeyan de rol leîstiye girtin ser milê xwe û gotin: “Em hemû sîxûr û xayînan hişyar dikin ku tu xiyanet bêbersiv namîne.”
Ciwanên Welatparêz ên Rojhilatê Kurdistanê derbarê cezakirina kesekî li bajarê Kamyaranê Rojhilatê Kurdistanê bi navê “Mihemed Îbrahîmî ku bi navê “Hemê Çîkol” jî dihat nasîn de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kesê navborî di kuştina gerîla û pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê de rolê leîstiye û şevê din (2’yê Hezîranê) ji aliyê tîmek Ciwanên Welatparêz ve hatiye cezakirin.”
Daxuyaniya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê wiha ye: “Ji raya giştî re; Me li bajarê Kamyaranê ajanekî xirapkar ji ber kiryarên wî ceza kir. Şevê din ajanekî xirapkar bi navê Mihmed Îbrahîmî ku bi nasnavê “Hemê Çîkol” jî dihat nasîn û destê wî di şehîdkirina gerîla û pêşmerger û tepeserkirina gelê me de hebû, li bajarê Kamyaranê ji aliyê tîmek hevalên me ve hat cezakirin. Em ciwanên welatparêz ên Kurdistanê, hemû ajan û xayînan hişyar dikin ku em ê xiyanetê bêbersiv nehêlin û emê hemû kesên ku dijminatiya gelê me dikin, ji ber xiyanetên wan ceza bikin. Di demeke nêzîk de, emê daxuyaniyek berfireh derbarê operasyona hevalên xwe yên li Kamyaranê ya duh êvarê de belav bikin.”













