* Parêzer Aydin Ozdemîr ê ku doza bûyera kuştina Nîzamettîn Kalkan a li Cizîrê dişopîne, da zanîn ku danişîna 14emîn a dozê dê di 5ê Hezîranê de pêk were û wiha got: “Tevî ku delîlên berbiçav hene jî, dadgeh derbarê sûcdaran de biryara girtinê nade.”
* Teqîna di 5ê Hezîrana 2015an de li dijî mitînga HDPê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê çêbûbû 11 sal li pey xwe hişt. Parêzera dozê Nadîde Kûrûl û Lîsa Çalan a ku di teqînê de birîndar bû û her du lingên xwe ji dest da diyar kirin ku tevî polîtîkaya necezakirinê jî ew ê dev ji parastina maf û bîra xwe bernedin û têkoşîna wan a hiqûqî ya ji bo aştiyê dê bêrawestan berdewam bike.
* Şaredariya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi armanca xurtkirina hilberîn û piştgiriya jinan dê li Navenda Piştevaniya Jinan a Binevşê di Bostana Komuna Jinan de şitilên ewil biçînin. (08:30)
* Şaredariya Peyasê dê li Park 75ê ya li navçeyê Şahiya Veguherîna Ekolojîk li dar bixe. (11:00-18:00)
* Şaxa SESê ya Amedê derbarê pêkanînên sendîkaya nêzî destilatê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê de dê li pêşiya Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr daxuyanî bide. (12:30)
* Sendîkayên li Wanê dê li ber Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê li dijî kedxwariyê daxuyaniyê bidin. (12:30)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê dê li Kolana Hunerê ya Silopya li dijî darvekirinên ji aliyê rejîma Îranê ve pêk tê daxuyanî bide. (15:00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi boneya bertek nîşanî darvekirinên li Îranê bide dê li Qada Bajêr ya li navçeya Rêya Armûşê daxuyanî bide. (17:00)








