Kolektîfa 4Ro Photosê, pêşangeha wêneyan a bi navê “Çîrokên Mezopotamyayê” ku balê dikişîne ser bîr, koçberî û şêwazên berxwedanê yên li ser vê axê, li Navenda Çandê ya Çand Amedê vekir.
Kolektîfa 4Ro Photosê, bi pêşangeha wêneyan a “Çîrokên Mezopotamyayê” bîra kûr, rêyên koçberiyê û çîrokên mirovî yên koka axa Mezopotamyayê anî pêşberî hezkiriyên hunerê. Pêşangeh li Navenda Çandê ya Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê deriyên xwe ji gel re vekir, dê heta 6ê tîrmehê vekirîbe. Pêşangeh rastî eleqeyeke mezin hat. Di pêşengehê de berhemên wênekêşên bi navê wan Berge Arabîan, Paşa Îmrek, Tûrkan Kiliç Pinar, Refîk Tekîn, Fatma Çelîk, Murat Yazar, Matthîue Chazal cih girtin. Di pêşangehê de wêneyên ji gundên Hemşînê heta kolanên Îranê, ji penaberên Dom ên Sûriyeyî heta çîroka mafdar a Dayikên Şemiyê û dîwarên sînor ên li Rojhilata Navîn hatên pêşkêşkirin û şahidiyeke bêhempa ji rastiyên civakî û polîtîk ên erdnîgariyeke fireh re kirin. Wêneyên ku hatin pêşandan, polîtîkayên sînor û windahiyan bi çavê hunera civakî raxistin ber çavan. Endamên 4Ro Photosê derbarê armanca pêşangehê de nirxandin kirin û diyar kirin ku ev xebat û vegotina dîtbarî; li ser hîmê sînor, nasname, windahî û şêwazên berxwedanê hatibû avakirin. Endamên kolektîfê destnîşan kirin ku armanca wan a sereke ew e ku tiştên nayên dîtin û di bin siya polîtîkayên pergalê de tên veşartin, bi riya hunerê xuyayî bikin.
‘Platformek ji bo komkirina keda wênegirên herêmê’
Wênekêş Refîk Tekîn di vekirina pêşangehê de bal kişand ser girîngiya platformê û wiha got: “Ev platform wênegirên Mezopotamyayê anîne cem hev û pêşangehek amade kir. Ev pêşangehe, yekemîn pêşaşgeha ku wênegirên li herêmê û bi taybet li vir dijîn, em hemû werin cem hev û em bi hev re bikaribin kedekê daynin holê. Û di heman demê de em bikaribin ew civaka me, jiyana me em bi giştî bikin çîrokek.”-
‘Bajar û welat bi vî rengî serpêhatiyên xwe tomar dikin’
Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş jî spasiya Kolektîfa 4Ro Photosê û hemû beşdaran kir û bal kişand ser wateya arşivê ya ji bo bajêr. Zeynep Yaş anî ziman ku navê kolektîfê wekî “Çavên Ro ji Cîhanê Fotos” dibîne û wiha domand: “Dema mirov bingehekî datîne, dema mirov qeydekî çêdike, dema mirov dîmenekî, wêneyekî dikişîne; ew ê çîrokên mayînde bihêle. Ew hevalên me bi salan e xebatên wan gelek di aliyê arşivê de mane. Wekî şaredariya bajarê mezin û xebatên beşa çand û hunerê û bi taybet ji bo me girîngiya van wêneyan gelek e, ji bo arşivê gelek e. Ji ber ku ew bajar, ew welat ancak bi vî rengî serpêhatiyên xwe, çîrokên xwe, hemû tiştekî xwe, bi wateya îro tomar bike, qeyd bike, wêne bike. Bi çîrok û serpêhatiyên xwe bikaribe bîne pêş çavan.”
Zeynep Yaş di dawiya axaftina xwe de destxweşî li hemû kesên ku ev çîrok berhev kirine kir û got: “Dema tu wêneyan binêrî, hûn ê bibînin ku di xebatê de mirov dibêje her çîrokekî yek e. Ew çîrok yek bi yek wek fîlmekî, wek şerîda fîlmekî tê de bibînî ku wek çîrokekî giştî ya mirovahiyê tê de heye. Em hêvî dikin ku li vê derê bêtir ev çîrok werin dîtin, naskirin û hîskirin.”
















