Amed – Parêzer Sedat Çinar di salvegera qetilkirina Hafiz Akdemîr de da zanîn ku heya qanûn û mekanîzmayên dewletê neyên demokratîzekirin û ‘hiqûqa dijmintiyê’ ya li dijî çîn û komên derveyî pergalê bi dawî nebe, polîtîkaya bêcezakirinê dê bi dozên cuda berdewam bikin.
Hafiz Akdemîr, di dîroka çapemeniya Kurd de yek ji pêşeng û sembolên girîng ê çapemeniya azad e. Ew di salên 90’î de, dema ku zext û tunditiyeke mezin li ser herêmê û dengê kurdî hebû, wekî nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê li Amedê dixebitî. Akdemîr bi taybetî li ser mijarên wekî binpêkirina mafên mirovan, zilm û zextên dewletê û her wiha li ser çalakiyên komên tarî yên mîna Hizbullah û yên wekî JÎTEMê nûçeyên wêrek çêdikirin. Ji ber van nûçeyên xwe, ew her dem di bin gefan de bû.
Di 8ê Hezîrana 1992yan de, gava ku Akdemîr ji mala xwe ya li Sûra Amedê derdikeve li ser kuçeyê rastî êrîşeke çekdarî tê. Kujerekî ku ji pişt ve nêzî wî bû, bi guleyekê rasterast serê wî kir armanc û ew li wir şehîd xist. Kuştina Hafiz Akdemîr, di dîroka Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de wekî yek ji cînayetên herî naskirî yên kiryarê nediyar cih girt. Her çend di lêpirsînên paşê de navên hin tetîkêşên Hizbullahê di vê dozê de derbas bûn jî, fermanber û hêzên li pişt vê cînayetê tu carî bi rasteqînî nehatin darizandin û ronîkirin.
Qetilkirina Hafiz Akdemîr ne bûyereke serbixwe bû, ew parçeyek ji polîtîkaya sîstematîk a salên 90î bû ku armanc dikir dengê rastiyê û çapemeniya Kurd bi tevahî bêdeng bike. Piştî wî jî gelek rojnameger û xebatkarên Ozgur Gundemê hatin kuştin an jî hatin girtin. Îro, Hafiz Akdemîr di nav gelê Kurd û çapemeniya azad de wek ‘Şehîdê Çapemeniyê’ tê naskirin û her sal di salvegera şehadeta wî de mîraseya wî ya nûçegihaniya rast û wêrek tê bibîranîn.
Parêzer û hevalê Hafiz Akdemîr Sedat Çinar li ser rêhevaltî, rojnamegerî û kuştin û doza wî ji ajansa me re axivî.
‘Ew têkiliyên xwe yên civakî xwedî nêzikatiyek bi rûmet û nazik bû’
Sedat Çinar bal kişand li ser jiyana Hafiz Akdemîr û ev tişt got: “Hafiz Akdemîr di demên dibistanê de kesayetiyeke ku li gorî temenê xwe xwedî gihîştineke bilind bû. Ew di têkiliyên xwe yên civakî de ji pevçûnan dûr dima û xwedî nêzîktiyeke birûmet û nazik bû. Hafiz di nav malbatekê ku bavê wî esnaf û diya wî dirûvan bûn de, wekî zarokê herî biçûk ê malbatê hatibû dinê. Ji ber bandora pîşeya diya xwe û hebûna xwişkên xwe di warê xuyabûn û rûçikê de her dem xwedî şêwazeke paqij û şik bû. Di encama bandorên malbatî, xizmtiyê û derdora civakî de, di temenekî zû de rûbirûyî ramanên çepgir û neteweperweriya Kurd hat.”
‘Hafiz di nav refên pêşîn ên rojiya mirinê de cih girt’

Sedat Çinar da zanîn ku Hafiz Akdemîr di dawiya sala 1983yan an jî sala 1984an de, bi endamtiya rêxistina KDP/KUKê hatiye girtin û wiha pê de çû: “Di encama proseya darizandinê de bi endamtiya rêxistinê hat cezakirin. Demeke dirêj di girtîgehên wekî Amed, Eskîşehîr û Aydinê de ma. Di çarçoveya ‘berxwedanên girtîgehê’ de, ew jî beşdarî rojiya mirinê bû. Di sala 1989an de, çalakiyên protestoyî yên girtiyan ên li dijî sepanên Girtîgeha Eskîşehîrê veguherîn rojiya mirinê. Li ser vê yekê, Wezareta Dadê girtî ji Eskîşehîrê veguhestin girtîgehên Aydin û Nazilliyê. Di dema vê veguhestinê de çend girtiyan jiyana xwe ji dest da. Di vê proseyê de Hafiz jî di nav refên pêşîn ên rojiya mirinê de cih girt û bû yek ji wan kesên ku herî zêde di vê çalakiyê de mane. Di encama vê çalakiyê de di laşî wê de zirarên giran û mayinde çêbûn. Di nîsana sala 1991ê de ji girtîgehê hat berdan.”
‘Xebata xwe ne wekî rojnamegeriyek profesyonel wekî ‘provayeke ji bo hînbûna jiyana nû’ pênase dikir’
Sedat Çinar têkildarî pêvajoya destpêkirina karê rojnamegeriya Hafiz Akdemîr jî ev nirxandin kir: “Di dema girtîgehê de demeke girîng ji bo xebatên xwendin û nivîsandinê veqetandibû. Ev guherîna rewşenbîrî di nameyên ku di navbera me de dihatin şandin de bi zelalî dihat dîtin. Hêj di girtîgehê de bû, çend gotarên wî yên şîrovekarî di rojnameya heftane ya Yenî Ulkeyê de hatin weşandin. Piştî berdana xwe, bi taybetî li ser daxwaz û israra Leyla Zana û hevalên xwe yên din, di rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi rojnamegeriyê kir. Ev weşana heftane piştî demekê di bin navê Ozgur Gundemê de veguherî rojnameyeke rojane. Wî xebata xwe yên di rojnamê de ne wekî rojnamegeriyeke profesyonel, wekî ‘provayeke ji bo hînbûna jiyana nû’ pênase dikir. Tevî vê pênasekirina wî ya mutewazî, wî nûçeyên pir serkeftî û bibandor amade dikirin; heta li ser çend dozên ku min parêzeriya wan dikir jî nûçe çêkiribûn.”
‘Piştî axaftina wî ya di merasîma Cengîz Altûn de gef zêde bûn’
Parêzer Sedat Çinar da zanîn ku di serdemeke wekî ‘kujerên nediyar’ dihat binavkirin de, bi awayekî sîstematîk gefên kuştinê ji Hafiz Akdemîr dihate xwarin û wiha axivî: “Wê ev metirsî bi min re parve dikir. Li ser israra malbat û dostên xwe, ji bo ewlekariyê nêzîkî 2-3 mehan çû Stenbolê. Lê belê, ji ber sedemên adaptasyonê nexwest li wir bimîne û daxwaza vegera Amedê kir û vegeriya. Gefên ku li ser telefonên nenas dihatin kirin berdewam bûn. Min çend caran pê re derbarê girtina tedbîrên ewlekariyê de axavîm. Ew bi awayekî sîstematîk di maleke diyar de nedima. Carna li cem diya xwe, carna li cem xwişka xwe û carna jî li malên xizm û hevalên xwe dima. Stratejiya wî ya parastinê, avakirina jiyaneke ne rêkûpêk bû. Hefteyek beriya qetilkirina wî, piştî ku mûçeyê xwe girtibû, hat buroyê û got ‘îro xwarin li ser hesabê min e.’ Di êvara wê rojê de, ji ber nexweşiya diya xwe biçûma Enqereyê û dema min kêm bû. Lê ji ber ku min ev gefên kuştinê pir cidî dinirxandin, hewce bû ez bi wî re biaxivim. Çimkî di wê serdemê de rojnamegerên li herêmê di bin hedefeke aşkera de bûn. Di nêzîk de nûçegihanê Batmanê yê heman rojnameyê Cengîz Altun, hatibû qetilkirin. Hafiz beşdarî merasîma cenazeyê Cengîz Altun bibû û li wir gotarekî pir tûj û rexneyî ‘Em li vir in, pênûsa te li erdê namîne, em tirsokên di tariyê de xwe vedişêrin nas dikin, em ê we ji tariyê derxin û hesab bipirsin’ kiribû. Di dema vegera ji merasîmê ya ber bi Amedê de, beriya navçeya Bismilê, tîmên taybet pêşiya karwanê girtibûn, Hafiz ji nav girseyê cuda kiribûn, gef lê xwaribûn û îşkenceya fîzîkî lê kiribûn.”
‘Heval û dostên wî di nav bêdengiyeke kûr de bûn’
Di axaftina xwe de Sedat Çinar diyar kir ku ji ber gef xwarinên hêzên tarî wî ji Hafiz Akdemîr daxwaz kiriye ku ji rojnamê û ji Amedê dûr bikeve û ev tişt anî ziman: “Wî jî ev pêşniyar qebûl kir. Di dema xwarinê de min ev mijar vekir. Wî diyar kir ku ligel rêveberiya rojnameyê axivî ye lê ji ber perwerdekirina nûçegihanên nû, rêveberiyê 15 roj dem jê xwestine. Dema min pirsa gefan kir, wî bi ken got ‘Rojên borî me dîsa axavî, min jê re got ku kûçikê bigeze diranên xwe nîşan nade.’ Me mijar girt. Min jî bersiv da ‘Kûçikên vê serdemê hem diranên xwe nîşan didin hem jî digezin. Vê mijarê cidî bigre, ji kerema xwe li cihên ewle bimîne û serê sibê zû dernekeve derve.’ Piştî xwarinê me hevdu hembêz kir û ji hev cuda bûn. Wekî ku derkeve holê, ev xatirxwestina me ya dawî bû. Paşê di 8ê Hezîrana 1992yan de, min laşê wî yê bêpêjn di Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê de dît. Rû û serê wî werimîbû, tûşî deformasyonê bûbû û nedihat naskirin. Heval û dostên wî di nav bêdengiyeke kûr de bûn, xwişk û jinên xizmên wî jî bi qêrîn û hawar digiriyan.”
‘Gumanên min li ser rastiya bikaranîna van kesan berdewam dikin’

Sedat Çinar têkildarî pêvajoya darizandin û dozê jî ev nirxandin kir: “Di rêbendana sala 2000î de, endamê Rêxistina Hîzbullahê F. Balca hat girtin. Di îfadeyên xwe yên li Midûriyeta Ewlekariya Amedê, Dozgeriya Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) û dadgeriya lêpirsînê de, wî li gel gelek kuştinan, qebûl kir ku beşdarî qetilkirina Hafiz Akdemîr jî bûye. Li gorî îfadeya polîs û girîngiya tespîtkirina cihê bûyerê, wî diyar kir ku ew bi xwe çavdêr bûye, kesê bi navê Mahmut Kaya parêzger û kesê bi navê kod ‘Huseyîn’ (C. Yıldız) jî tetikkêş bûye. Paşê nûçe hatin weşandin ku Mahmut Kaya di şerekî çekdarî de li Stenbolê hatiye kuştin. Lê belê, ne diyar e ka ev kesê li Stenbolê hatiye kuştin heman kesê ku F. Balca behs dike yan na. Çimkî polîsan ne şikl û rûçikê Mahmut Kaya ji F. Balca xwestiye, ne jî tespîta bi wêneyan kiriye. Di lêpirsîna polîsan de, pirseke kûr ku hûrgiliyên kuştina Hafiz eşkere bike ji F. Balca nehatibû pirsîn. Ji ber vê sedemê, gumanên min li ser rastiya bikaranîna van kesan di vê bûyerê de berdewam dikin.”
‘Siyaseta tifaqê ya HÛDA-PARê di vê proseyê de encamên pragmatîk bi dest xistin’
Sedat Çinar derheqê berdana tetîkkêşên Hîzbullahê û dînamîkên siyasî de bi lêv kir ku di dawiya sala 2018an û destpêka sala 2019an de, serlêdanên ‘ji nû ve darizandinê’ yên gelek endamên Hîzbullahê ku ji ber gelek kuştinan mehkûm bibûn, hatin qebûlkirin û ew hatin berdan û wiha axivî: “Hincetên vê berdanê wekî nebûna parêzer di dema binçavkirinê de, dirêjbûna dema binçavkirinê ya li ser bingeha OHALê, îşkence û nêzîktiyên xirab, derbaskirina dema maqûl a darizandinê û hebûna dadgerên leşkerî di DGMê de hatin nîşandan. Gava em li rewşa endamên rêxistinên çepgir û girtiyên PKKê dinêrin, tê dîtin ku her çend şertên wan ên hiqûqî bêtir guncav bûn jî wan nekarî ji vê mafî sûd wergirin. Ji bo fêmkirina vê rewşê, divê em li hevpemaniyên siyasî yên di Referandûma Destûra Bingehîn a Nîsana 2017an derbaskirina Pergala Serokatiyê û hilbijartinên Serokomariyê yên Hezîrana 2018an de binêrin. Siyaseta tifaqê ya HÛDA-PARê di vê proseyê de encamên pragmatîk bi dest xistin.”
‘Heta qanûnên dewletê neyên demokratîzekirin dozên cuda bidomin’
Herî dawî Sedat Çinar anî ziman ku polîtîkaya bêcezakirinê wekî amûreke sîstematik hem di qada dîrokî, asta gerdûnî de û hem jî li Tirkiyeyê, di tawanên ku têkiliya wan bi daxwaz an mekanîzmayên dewletê re heye de wekî rêbazeke sîstematîk derdikeve pêş û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sûcên giran ên wekî kuştinên siyasî yên beriya derbeya leşkerî ya 1980yî, windakirina kesan, îşkence û binpêkirinên giran ên mafên mirovan bêceza mane. Di serdem û peywendiya derbeya 1980yî de sûcên ku li navendên lêpirsînê yên polîs û jandarmayê û di operasyonan de hatin kirin, rastî bêcezakirinê hatin. Di salên 1990î de jî çi di bin navê Hîzbullahê de çi di bin formên din de, polîtîkaya li ser kuştinên nediyar her dem di xizmeta bêcezakirinê de bûye. Nimûneya herî nûjen a vê rewşê Komkujiya Roboskiyê ye. Ev mînak ji bo fêmkirina hişmendiya hiqûqî ya dewletê bes in. Heta ku mekanîzmayên dewletê neyên demokratîzekirin û ‘hiqûqa dijmintiyê’ ya li dijî çîn û komên dervayî pergalê bi dawî nebe, polîtîkaya bêcezakirinê dê bi dozên cuda berdewam bike.”








