NÛJINHAyê têkildarî êrîşa sîber a li ser malpera xwe daxuyanî da û wiha got: “Em careke din teqez dikin, em ê dev ji berpirsiyariya xwe ya eşkerekirina rastiya jinan bernedin. Em ê weşanên xwe li hemberî hemû êrîş, gef û zextên ku armanca wan bêdengkirin, nedîtin û bindestkirina jinan e bidomînin.”
Ajansa NÛJINHAyê li dijî êrîşa sîber ku lê hat kirin daxuyanîda û got ku gelek nûçeyên di servîsên wan ên Farsî, Erebî û Îngilîzî de hatibûn weşandin, hatin jêbirin û weşana wan demek rawestiya ye. NÛJINHAyê diyar kir ku di van kêliyên ku koma berpirsyariya êrîşê girt ser xwe, gefên xwe didomîne de, ew careke din teqez dikin tu êrîşa ku dengê jinan, têkoşîna heqîqetê û rojnamegeriya azad dike hedef, wê negihîje armanca xwe, tevî gefan jî dê weşana xwe bidomînin.
Berdewamiya daxuyaniya NÛJINHAyê wiha ye: “Em vê êrîşê tenê wekî êrîşek li ser malperek an binesaziya teknîkî nabînin. Ev êrîş manevrayek siyasî ye ku dengê jinan, têkoşîna wan a ji bo rastiyê û rojnamegeriya serbixwe hedef digre. Ne tesaduf e ku em, wekî ajanseke ji bo dîtina ezmûnên jinan li seranserê Rojhilata Navîn û ji bo zêdekirina dengê jinên ku hedefên şer, tundî, newekhevî û polîtîkayên serdest ên mêran in dixebitin, dibin hedef.
NÛJINHA ajanseke nûçeyan e, bi têgihîştina rojnamegeriya jinan a serbixwe, demokratîk û azadîxwaz dixebite. Xeta me ya edîtorî ew e ku ezmûn, têkoşîn û rastiyên jinan bike navenda xwe, dengê kesên ku nayên bihîstin ragihîne û şahidiya têkoşîna jinan a ji bo azadiyê bike. Ji bo me, rojnamegerî ne tenê ji bo ragihandina nûçeyan e, di heman demê de ji bo israrkirina li ser lêgerîna rastiyê û xuyakirina dengê jinên ku di siya şer, zilm û newekheviyê de mane ye. Ji ber vê yekê, em her êrîşa li ser ajansa xwe ne tenê wekî êrîşek li ser saziyeke medyayê dibînin, di heman demê de êrîşek li ser azadiya ramanê ya jinan, mafê wan ê agahdariyê û nirxên civaka demokratîk jî dibînin.
Medya êrîşê rewa dike
Xaleke din a fikaran çêdike ew e, li şûna rexnekirina vê êrîşê yan jî wekî gef li ser azadiya çapemeniyê, hinek dezgehên medyayê bêyî ku wan bipirsin, daxuyaniyên koma ku êriş pêk aniye belav dikin û wekî çîrokeke serkeftinê yan nûçeya operasyonek pêşkêş dikin. Pêşkêşkirina êrîşek li ser dezgeheke medyayê bi zimanê propagandayê ji bo dubarekirina retorîka êrîşkaran û belavkirina hedefgirtinê xizmet dike.
Erka rojnamegeriyê ne rewakirina gefan e, eşkerekirina rastiyê ye. Nêzîkatiyek ku zimanê êrîşkaran dubare dike li şûna ku hevgirtinê li hemberî êrîşên li ser dezgehên medyayê nîşan bide, zirarê dide azadiya çapemeniyê û etîka rojnamegeriyê.
Em ê weşanên xwe li hemberî zextan bidomînin
Wekî NÛJINHA, em careke din teqez dikin; Em ê dev ji berpirsiyariya xwe ya aşkerakirina rastiya jinan bernedin. Em ê weşanên xwe li hemberî hemû êrîş, gef û zextên ku armanca wan bêdengkirin, nedîtin û bindestkirina jinan e bidomînin.
Em ê teslîmî gefan nebin; em ê berdewam bikin, bibin dengê azadiya jinan.”








