Emîndarê Giştî yê Ketîbeyên Seyidûlşuheda behsa amadekariya şer dike, gefan li Îsraîlê dixwe û piştevaniya xwe ya ji bo Îranê dubare dike.
Îran û Îsraîlê duh bi şev carek din êrîşî hev kirin, li gorî Îranê agirbest xilas bûye û rageşiya li herêmê dewam dike. Bi hinceta ku Îsraîl êrîşî Lubnanê dike, şeve din Îranê dest bi êrîşan kir.
Emîndarê Giştî yê Ketîbeyên Seyidulşuheda Ebu Ala El-Welaî derbarê mijarê de li ser medyaya dîjîtal helwesta xwe ragihand, gefan li Îsraîlê xwar û piştevaniya xwe ji bo Îranê ragihand.
Her wiha Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ger Amerîka destwerdanê di vê rûbirûbûnê de bike, wê bingeh û berjewendiyên wê yên li Iraq û herêmê bibin armanc.
Gefên komên çekdarên Iraqê di dema ku hikûmeta Bexdayê hewl dide komên çekdarên li Iraqê hemû bêçek bike de pêk tên.












