• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e

    ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e

    ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li cîhanê rîska nukleerê zêde dibe

8 HEZÎRAN 2026 - 11:47
Kategorî: CÎHAN
A A

Navenda Nûçeyan-Li gorî rapora dawî ya Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), li cîhanê hejmara serikên nukleerê kêm bûye lê xeteriya nukleerê mezin dibe.

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) ku navenda wê li Stockholmê ye, li ser rîska nukleerî ya li cîhanê zêde bûye, hişyarî da.

Li gorî nirxandina salane ya SIPRIyê li welatên xwedî çeka nukleerî bi giştî derdora 12 hezar û 187 serikên nukleerê hene. Ji van 9 hezar û 745 jî li stokên leşkerî têne hiştin ku ji bo bikaranînê amade bin.

Li gel ku hejmara serikên nukleerê li gorî par hinekî kêm bûbe jî pispor dibêjin, ev rewş dibe xapînok be. Leza jihevxistina serikên şer ên berê ji ber ku ji bicihkirina serikên nû zêdetir e, hejmara giştî ya serikên nukleerî kêm bû.

Dibe ku jinûve zêde bibe

Dîrektorê SIPRI Karim Haggag anî ziman ku li gel kêmbûna hejmara çekên nukleerî asta rîskê bilind e û wiha got: “Agahiya herî zêde dibe cihê fikaran ew e ku li gel kêmbûna hejmara serikên çekên nukleerî, asta rîsk û xeteriya nukleerê zêde dibe.”

Li gorî enstîtuyê, di salên pêş de dibe ku meyla heyî berevajî bibe û hejmara serikên nukleerê jinûve zêde bibin. Li gorî raporê sedema vê yekê jî ew e ku leza îmhakirina çekên berê lawaz bibe û leza çekên nukleerî yên nû zêde bibe.

Fikarên hevrikiyê

Di raporê de hate ragihandin ku ji aliyê kontrola çekên stratejîk ve mekanîzmayên navneteweyî lawaz bûne.

Bi taybetî hat ragihandin ku têkbirina peymanên li ser bisînorkirina çekên nukleerê û kûrbûna hevrikiya jeopolîtîk a navbera hêzên nukleerê ji aliyê ewlehiya global ve rîskên nû bi xwe re tîne.

Yek ji rewşên balkêş ku SIPRIyê îşaret pê kir ew e ku çekên nukleerê ji depoyan hatine derxistin û li nava sîstemên operasyonê hatine bicihkirin.

Karim Haggag diyar kir ku dewletên xwedî çekên nukleerê, hîn bêhtir serikên nukleerê li fuze û sîstemên din ên operasyoniyê bi cih kirine û wiha got: “Em dibînin ku hejmara çekên nukleerê yên hatine bicihkirin zêde bûye.”

Ev rewş jî weke yek ji wan faktoran tê dîtin ku di krîzeke gengaz de rîska bikaranîna çekên nukleerî zêde dike.

Amerîka û Rûsya hêzên sereke yên nukleerê ne

Li gorî raporê, ji sedî 83 ê cebilxaneya nukleerê ya li seranserê cîhanê di destê du welatan de ye.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rûsya, her yek ji wan xwedî zêdeyî 5 hezar serikên nukleerê ne.

Pispor hişyariyê didin ku li gorî bernameyên nûkirinê yên heyî û rageşiyên navneteweyî, di dema pêş de dibe ku hevrikiya biçekbûna nukleerê jinûve zêde bibe.

Etîket: Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya StockholmênukleerSIPRI
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Çernobîlê metirsiya karesatê: Rûsyayê êrişî depoya nukleerî kir

Li Çernobîlê metirsiya karesatê: Rûsyayê êrişî depoya nukleerî kir

7 HEZÎRAN 2026
WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

Di muzakereyên DYA û Îranê de nakokî kûr dibin

23 GULAN 2026
Îsraîl êrişî tesîsa nûkleerê ya Îranê kir

Îsraîl êrişî tesîsa nûkleerê ya Îranê kir

12 ADAR 2026
DYA û Îran vê carê li Cenevreyê civiyan

DYA û Îran vê carê li Cenevreyê civiyan

26 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî û Colanî pêkewtiş îmza kerd

SIPRI: Entegrasyona HSDê dê teşeya ewlehiya Sûriyê diyar bike

25 SIBAT 2026
Rûsya: Divê hevdîtinên têkildarî nukleerê bidomin

Rûsya: Divê hevdîtinên têkildarî nukleerê bidomin

9 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Gihiştina civaka demokratîk bi demokrasiya herêmî pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê xaleke azadiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê destkeftiyan bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê biparêzin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bi hêza jinan a rêxistinkirî vê feraseta nijadperest li van xakan têk bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (213)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne