MKGê ragihand ku serlêdana 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersozê dest pê kir. Serlêdana ji bo pêşbirkê dê di 25ê Îlona 2026an de bi dawî bibe.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ragihand ku pêşbirka 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz dest pê kir. Serlêdana ji bo pêşbirkê dê di 25ê Îlona 2026an de bi dawî bibe. Komeleyê li ser şertên serlêdanê û kategoriyan daxuyanî weşand.
Di daxuyaniyê de li ser şertên serlêdanê ev yek hate gotin: “Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz dê ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz a ku di dîroka Çapemeniya Azad de rêyek nû vekir û cara yekem li Tirkiyeyê wekî Gerînendeya Giştî ya Weşanê xebat kir û ji bîranîna xebatkarên çapemeniyê yên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane, werin lidarxistin. Serlêdana ji bo pêşbirkê dê di 25ê Îlona 2026an de bi dawî bibe.”
Şertên beşdariya Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê
Tenê rojnamevanên jin dikarin beşdarî pêşbirka ku ji hêla MKGê ve tê lidarxistin, bibin. Mercên beşdariyê yên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz ev in.
Pêşbirk dê di 4 kategoriyan de were lidarxistin: Nûçeyên “Kurdî”, “Tirkî”, “Wêne” û nûçeyên “Wêne-Vîdeo”.
Her beşdar dikare tenê bi yek berhemê di yek kategoriyê de beşdarî pêşbirkê bibe. Serlêdanên ji bo pêşbirkê di 8’ê Hezîrana 2026’an de dest pê dikin û di 25ê Îlona 2026an de bi dawî dibin. Berhemên serketî dê di 6’ê Cotmehê de werin ragihandin. Xelat dê di 8ê Cotmehê de, di merasîma dê were lidarxistin de, bê dayin. Ji bo kesên di pêşbirkê de bi ser bikevin wê kompîtur wekî diyarî bê dayin
Her kes dikare tevli pêşbirkê bibe. Jurî nikarin tevli pêşbirkê bibin. Berhemên ku ji bo pêşbirkê hatine şandin divê berî 8’ê Cotmeha 2024’an nehatibin weşandin. Beşdar dikare bi berhemeke ku di nav salekê de xelat negirtibe û di pêşbirkeke dinê de nehatibe pêşandan, tevli pêşbirkê bibe. Ger eşkere bibe ku berhem di nav salekê de li dereke dinê hatiye pêşandan an jî xelat girtiye wê ew xelata ji bo wê berhemê bê betalkirin. Wê demê ger xelatek hatibe wergirtin, divê ji hêla beşdar ve were vegerandin. Beşdar dema ku bi xelateke ne aîdî wê be tevli pêşbirkê bibe wê demê ew ê sepandina binpêkirina rêgezê ji aliyê endamên juriye ve pêk were.
Hemû beşdarên ku berhemên xwe dişînin pêşbirkê, wekî ku mijarên di şertên beşdariyê de hatine destnîşankirin, qebûl kirine, têne hesibandin. Beşdarên ku van mercan bicîh neynin dê ji pêşbirkê werin derxistin. Ger berhem nehatibe weşandin, navê berhemê, cih û dema kişandina wê divê di dosyayê de cih bigire; ger hatibe weşandin jî, divê rojname, kovar, ajans, malper, agahdariya TV û dîroka weşanê û kopiyek ji weşanê di dosyayê de cih bigirin.
Beşdar divê jînenîgarî (CV), navnîşana têkiliyê û agahiyên li ser berhema xwe li dosyaya serlêdana xwe zêde bikin. Serlêdan dê bi rêya malpera fermî ya MKG’ê werin kirin.
Derbarê beşa nûçeyan de
Beşdar dikarin bi berhemên di kategoriyên wekî siyaset, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û werzîşê de yên ku balê dikişînin ser jinan û bi perspektîfa jinan hatine amadekirin, beşdar bibin. Ger nûçeyên ku wê ji bo pêşbirkê bê şandin, li ser çapemeniya nivîskî hatibe weşandin dikare bi formata PDF’ê ji navnîşana e-maîlê re were şandin û ger di medyaya înternetê de hatibe weşandin, dikare bi formata Word’ê were şandin. Divê lînka nûçeya ku di medyaya înternetê de hatiye weşandin jî were şandin.
Derbarê beşa wêneyan de
Li ser rûyê dawiyê yê qoziya çepê yê binî yê berhema wê bê şandin, wê nav û paşnavê xwediya berhemê û navê berhemê bên nivîsandin. Divê dema kişandina berhemê, mekan û navê nûçeyê bê diyarkirin. Divê pîvana berhemên wê bên şandin wiha be: kêleka kin herî kêm 2000 piksel, divê di formata JPG’ê de be, divê dîtbariya wê 300DPÎ be. Ger lijneya juriyê pêdiviyê bibîne dikare ji beşdaran halê orjînal ê wêne (Raw) jî bixwaze. Wêneyên ku li ser hatibin lîstin (ji xeynî eyarên ronahî, reng, kontrastê) nayên qebûlkirin. Wêne bi formata JPG’yê dikare ji e-maîlê li jêr hatiye diyarkirin, bê şandin. Divê wêne wateya “wêneyê nûçeyê” hilgire.
Derbarê vîdeo û nûçeyên bi dîmen
Di beşa ku nûçeyên dîtbarî yên ji ajansan û nûçeyên televîzyonê wê lê cih bigirin de, divê beşdar li kurgû, kalîteya dîtbariyê û hevsengiya di navbera dengê xwezayî û dengê derve de, baldar bin. Divê dîmen bi kalîteya “dîmenên nûçeyan” bin. Divê wêneyên nûçeyan 2-3 deqeyan derbas nekin.
Jurî
Beşa nûçeyên Kurmancî
Leyla Ayaz, Hatice Kamer û Suna Tunç.
Beşa nûçeyên Tirkî
Elif Ekin Saltik, Ayşe Guney û Tugçe Tatarî.
Beşa wêneyan
Nişmiye Guler, Laura Domenech û Maryam Ashrafi.
Beşa Vîdeo – Nûçeyên bi dîmen
Solîn Alphan Başegmez, Çilem Kuçukkeleş û Rojbîn Ekîn
Navnîşan:
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê
Kuçeya Alîemîrî, Avahiya Malî Muşavîrler Hejmar: 1-1/3
Yenîşehîr/Amed
E-Posta: info@mkgdernek.org
Tel: +90 (555) 746 93 43













