Stenbol – Seroka Sendikaya DÎSK Genel Îşê ya hejmara 5an a Stenbolê Nebîle Irmak Çetîn diyar kir ku li gorî UNICEF û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî yê li tevahî cîhanê nêzîkî 138 milyon zarokên karker hene ku ji wan 54 milyon zarokên karker di bin metirsîdariyê de tên xebitandin û wiha got: “Divê pergalek ji bo zarokan were avakirin ku zarok tê de bi azad û wekhev bijîn.”
Her sala di 12yê Hezîranê de zarokên karker tên rojevê. Ji ber Rêxistina Xebatê ya Nevneteweyî (ILO) di sala 2002yan de ji bo balê bikişîne ser xebitandina zarokan, 12yê Hezîranê weke ‘Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan’ ragihand. Li gelek welatên cîhanê zarok di şert û mercên giran de têne xibatandin. Bi hezaran zarok di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Tirkiye jî yek ji wan welatan e. Li Tirkiyeyê zarok bêewle û hêj di temenên pir biçûk de tên xebitandin.
Seroka Sendikaya DÎSK Genel Îşê ya hejmara 5an a Stenbolê Nebîle Irmak Çetîn derheqê 12yê Hezîranê ‘Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan’ de ji ajansa me re axivî.
‘Zarok nikarin têr bixwin, nagihêjin xizmetên tenduristiyê û ji perwerdehiyê dûr dikevin’
Nebîle Irmak Çetîn diyar kir ku li Tirkiyeyê bi sedema şer û rantê her diçe xizantî kûr dibe û da zanîn ku ev rewş bandorê li ser zarokan jî dike û wiha got: “Zarok nikarin têr bixwin, nagihêjin xizmetên tenduristiyê û ji perwerdehiyê dûr dikevin. Malbat ji bo dabînkirina jiyanê, bi zihniyeta ‘goştê wî yê te ye, hestiyê wî yê min e’ zarokên xwe, bêyî ku zaroktiya xwe bijîn, dixin nav çerxa îstîsmarê û bedenên wan ên ciwan tên xebitandin. TUÎKê îstatîskan beravajî dike lê dîsa jî li gorî TUÎKê hejmara zarokên di navbera temenê 0-17î de li Tirkiyeyê 21 milyon û 375 hezar û 930 e. Di koma temenê 15-17 salan de 3,85 milyon zarok hene û li gorî daneyên fermî ji sedî 18ê wan ango 880 hezar zarok, karker in. Zarok bi taybetî di sektorên xizmetê, çandiniyê, pîşesaziyê û karsaziyê di şert û mercên wekî demjimêrên dirêj ên xebatê, mûçeyên kêm û di karên giran de tên xebitandin. Li Tirkyeyê qezenca zêde li ser xwîna kedkaran ava dibe. Li gorî raporên çavdêriya serbixwe, di sala 2025an de herî kêm 94 zarokên karker di cinayetên karê de jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar wekî asta herî bilind a salên dawî ye. Di sektora çandiniyê de 31 zarok, di sektora pîşesaziyê de 27 zarok, di sektora xizmetê de 20 zarok û di sektora înşaatê de 16 zarok jiyana xwe ji dest dane. Ji ber sedemên tunebûna şert û mercên ewle, nedayîna perwerdehiyê û nepêkanîna qanûnên ewlehiyê, ev cinayetên kar pêk tên.”
’54 milyon zarokên karker di bin metirsîdariyê de tên xebitandin’

Nebîle Irmak Çetîn destnîşan kir ku li gorî UNICEF û Rêxistina Xebatê ya Nevneteweyî li tevahî cîhanê nêzî 138 milyon zarokên karker hene û ev tişt anî ziman: “Ji 138 milyon zarokan 54 milyon zarokên karker di bin metirsîdariyê de tên xebitandin. Mixabin zarokên karker ên li Tirkiyeyê jî di nav vê tabloya metirsîdar de cih digirin. Her ku krîzên aborî, siyasî û bêqanûnî li welat kûrtir dibe, hejmara malbatên xizan zêdetir dibe û giraniya vê rewşê zarokên ku nikarin zaroktiya xwe bijîn û neçar dibin bixebitin. Di nava van krîzan de, gelek malbatên xizan ji bo debara xwe bikin neçar dimînin zarokên xwe bidin xebitandin. Zarok di jiyana kar de bi saetên dirêj dixebitin, bi keda erzan, mobbing û zext re rû bi rû dimînin. Zarok di karên fizîkî yên giran de tên bikaranîn, mafê wan ê perwerdehiyê û bêhnvedanê ji destê wan tê girtin û di heman demê de bi rastî zordariya derûnî re rû bi rû dimînin.”
‘Zarok li şûna karkeriyê divê teşwîqî perwerdehiyê bên kirin’
Nebîle Irmak Çetîn got ku divê tevahî karkeriyan zarokên bê qedexekirin û wiha pê de çû: “Ev jî tenê bi dewletekî civakî pêkan e. Ji bo kedkaran divê edaleta bacê pêk bê. Ji kesên ku mûçeyan wan kêm in divê bac ji wan kêm bên standin. Ji bo zarokên ku malbatên wan xizan in divê alikariyên perwerdehî, tenduristî û xwarinê bên dayîn. Divê zarok li şûna karkeriyê teşwîqî perwerdehiyê bêne kirin. Divê perwerdehiya bêpere û zanistî were dayîn, hewcedariyên xwarinê, veguhastinê û amûrên nivîsî yên xwendekaran bêpere werin dabînkirin. Mafê zarokan ên perwerdehî, tenduristî û xwarinê heta 18 salî divê di bin temîneta dewletê de bin da ku zarok bikaribin zaroktiya xwe bijîn. Divê pergalek ji bo zarokan were avakirin ku zarok tê de bi azad û wekhev bijîn. Her wiha ji bo dûrxistina zarokan ji her cureyê madeyên hişbir û komên çeteyan divê peymaneke civakî bê amadekirin.”
‘MESEMê kedkariya zarokan normal dikin’
Seroka Sendikaya DÎSK Genel Îşê ya hejmara 5an a Stenbolê Nebîle Irmak Çetîn bi bîr xist ku li Tirkiyeyê, mixabin perwerdehî di ser qezencê tê sazkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî :”Sektora taybet û zanîngehên taybet asta perwedeyê bilind nakin, kesên ku mezûn dibin bêkar dimînin. Gelek ciwanên ku ji zanîngehên taybet mezûn bûne jî nikarin di qadên xwe de bixebitin. Bi vî awayî, îro nêzî 7 milyon ciwan ne di qada perwerdehiyê de ne, li qada kar de cih digirin. Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) ku wekî hînkirin û teşwîqkirina pîşeyê tê nîşandan kesên ku li wir mezûn dibin bêkar dimînin. Di lêkolînek xwendekaran de ku di sala 2026an de hate weşandin, beşeke girîng ji xwendekarên beşdar dibêjin bi demjimêrên dirêj dixebitin û di qezayên karê de birîndar bûne. Xwendekar di MESEMan de di bin parastina dewletê de ne, her cure îstîsmar û cinayetên kar pêk tê. MESEM kedkariya zarokan normal dike. Li gorî daneyên ÎSÎGê, di navbera salên 2023-2025an de bi kêmanî 17 xwendekar di wan navendan de, di cinayetên karê de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê, divê wan navendan ne ji bo xebitandina zarokan lê ji bo fêrkirina pîşeyê ji kesên mezin ên ku bêpîşe mane re xizmet bikin.”













