• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê ya 15 salan tîne

    AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê ya 15 salan tîne

    Gundê Karayakûbê mazûvaniya ‘1emîn Hevdîtinên Peyasê’ kir

    Gundê Karayakûbê mazûvaniya ‘1emîn Hevdîtinên Peyasê’ kir

    Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

    Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 10ê HEZÎRANA 2026an

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê ya 15 salan tîne

    AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê ya 15 salan tîne

    Gundê Karayakûbê mazûvaniya ‘1emîn Hevdîtinên Peyasê’ kir

    Gundê Karayakûbê mazûvaniya ‘1emîn Hevdîtinên Peyasê’ kir

    Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

    Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 10ê HEZÎRANA 2026an

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ruştu Tîryakî: Îro roja avêtina gavan û çêkirina qanûnan e

Gulîzar Turkoz / AW

10 HEZÎRAN 2026 - 09:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Mehmet Ruştu Tiryakî destnîşan kir ku ji bo hêviya gel ji pêvajoyê qut nebe, lazim e dewlet jî hinek gavan biavêje û wiha got: “Îro roja avêtina gavan û çêkirina qanûnan e. Qanûna çarçove bê çêkirin, ez bawer dikim hêviya gel jî dê zêde bibe.”

Bi ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” re ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de da destpêkirin salek û nîv derbas bûn. Tevî gavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtine jî dewleta Tirk gaveke şênber neavêtiye. Herçiqas rayedarên AKPê û MHPê bînin ziman ku dê qanûneke çarçove bê çêkirin jî pêvajo hêdî dimeşe. Ev rewşa heyî jî di nava gel de dibe sedema fikaran û baweriya bi dewletê kêm dibe. Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî geşedanên siyasî û pêvajoya ku ji 1ê Cotmeha 2024an vir ve dest pê kiriye nirxand û derbarê metirsiyê gel ji ajansa me re axivî.

‘PKKê gavên pir mezin avêtin’

Ruştu Tîryakî pêvajoya heyî wekî “Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd” pênase kir û destnîşan kir ku aliyê Kurd ji bo serkeftina vê pêvajoyê berpirsyariyên herî mezin girtine ser milê xwe. Ruştu Tîryakî bi bîr xist ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKKê kongreya xwe çêkiriye, xwe fesix kiriye û wiha got: “Ev yek gaveke pir mezin bû. Kovara Serxwebûnê 50 sal in ku ser navê rêxistinê derdikeve, ew kovar jî bi dawî bû. PKKê tenê xwe fesix nekir şervanên xwe jî gerîla jî ji Tirkiyeyê vekişandin. Ji bo ku provokasyonek çênebe, ne tenê ji nav sînorê Tirkiyeyê derketin, ji sînorî jî dûr ketin.”

‘Mesele dê bi rêyeke demokratîk çareser bibe’

Ruştu Tîryakî diyar kir ku tevî salek û nîv bi ser pêvajoyê re derbas bûne jî dewleta Tirk hêj gaveke şênber neavêtiyê û axaftina xwe wiha domand: “19 meh in tu çalakiyeke PKKê çênebûye. Şerê çekdarî jî, bi dawî bûye. Lê belê, lazim e ji îro şunda dewlet jî hinek gavan biavêje. Em vêya çima dibêjin? Ne ku em ji bo vêya behsa bazarekê dikin. Lê du aliyê wî şerî hene, aliyek PKK, aliyek jî dewlet e. Ji roja destpêkê ve herkesê digot ev mesele gav bi gav çareser bibe. Lê PKKê yek gav, du gav, sê gav, çar gav, pênc gav avêtiye û gelê Kurd jî, gelê Tirk jî, piştgirî didin vê pêvajoyê. Herkes dixwaze ev şer bi dawî bibe, meseleya Kurdan bi rêyeke demokratîk çareser bibe. Lê belê lazim e hikûmet jî, desthilat jî, dewlet jî hinekî gav biavêje.”

‘Hêviya gel qut dibe’

Ruştû Tîryakî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser fikarên gel û wiha pê de çû: “Hêviya gel roj bi roj qut dibe, em vêya dibînin. Ji ber ku hêviya gel qut nebe, hêviya gel mezin bibe, lazim e dewlet jî hinekî gavan biavêje. Îro roja gavên zagonî, gavên qanûnî ye. Meseleya Kurdan ew ê di rojekê de çareser nebe, em tiştekî wiha nabêjin. Lê belê ji bo bidawîkirina şer, lazim e hinek qanûn bên guhartin. Şervanên PKKê ew ê çawa bên welatê xwe û tev li siyaseta demokratîk bin? Bi hezaran kes li girtîgehê ne, ew ê çawa ji girtîgehê derkevin û tev li siyasetê bin? Bi deh hezaran kes, yên ku siyaseta demokratîk yan siyaseta mafê Kurdan meşandine, deh hezaran kes îro li derveyî welat in, li Ewropayê ne. Bi deh hezaran kes ew ê çawa werin? Lazim e ji bo vê, hinek qanûn bên guhertin. Hêviya gel ev e.”

Ji bo çareseriyê bangawaziya qanûna çarçove kir

Di dawiya axaftina xwe de Ruştu Tiryaki anî ziman ku wekî DEM Partiyê wan heta îro ji bo avêtina van gavan gelek xebat û çalakî meşandine û got: “Lazim e pergala qeyiman jî bê bidawîkirin. Heke Wezîrê Karên Hundir tenê peywira qeyiman dirêj neke, ev mesele dê bê çareserkirin. Hêviya gel avêtina gavan e. Heke dewlet van gavan biavêje, em di wê baweriyê de ne ku hêviya gel jî zêde bibe. DEM Partî heta îro ji bo ku ev gav bên avêtin, gelek xebat meşand. Lê belê heta îro ev gav nehatine avêtin. Hêviya me ev e, heta parlamento, meclîs tatîl nebe, di nav van du mehan da ev qanûn hêviya me ew e ku ji parlamentoyê derbas bibe. Mînak kesên ku derheqê wan da doz hatine vekirin, yên ku li girtîgehê da ne, yên ku li dervayî welat in, yên ku şerwan in ev qanûn gerê derbasa jiyanê bibe ku ev kes bikaribin tevlî xebat û siyasete bin. Qanûna çarçove bê çêkirin, hêviya gel jî dê zêde bibe. Hêjî qanûnekî, em bêjin taslak derneketiye ku li serî kes fikir û ramanên xwe bîne ziman. Ez dîsa dubare dikim; eger ev qanûn, ev zagon derbasa jiyanê bibin, hêviya gel ji îro ew ê zêdetir bibe. Lê belê eger ev gav neyên avêtin, teqez ew ê hêviya gel û baweriya gel qut bibe û ev pêvajo ew ê negihîje armancê.”

 

Etîket: Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanMehmet Ruştu TîryakîPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkqanûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Devlet Bahçelî: Pêvajo wê heta dawiyê berdewam bike

Devlet Bahçelî: Pêvajo wê heta dawiyê berdewam bike

9 HEZÎRAN 2026
‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

5 HEZÎRAN 2026
Xelkê Amedê: Pêvajo bi yek alî nabe divê dewlet gavan biavêje

Xelkê Amedê: Pêvajo bi yek alî nabe divê dewlet gavan biavêje

1 HEZÎRAN 2026
Numan Kurtulmuş: Divê amadekirina Destûra Bingehîn bigirin rojevê

Numan Kurtulmuş: Divê amadekirina Destûra Bingehîn bigirin rojevê

27 GULAN 2026
‘Îro statû, bi şert û mercên girtîgehê tê tengkirin’

‘Îro statû, bi şert û mercên girtîgehê tê tengkirin’

27 GULAN 2026
‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

26 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amadekariyên 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi resepsiyonekê tê destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 10ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (274)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne