Di Merasîma Mezuniyetê ya Serdema 41emîn a Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê de xwendekaran bi dirûşme û pankartên xwe bal kişandin ser têkoşîna ciwanan, lêgerîna heqîqetê û kevneşopiya hiqûqa şoreşger.
Di Merasîma Mezuniyetê ya Serdema 41emîn a Sala Perwerdehî û Hîndekariyê ya 2025-2026an a Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê de pankart û dowîzên ku xwendekaran hilgirtibûn bal kişandin ser xwe. Xwendekarên ku derketin ser dikê, dirûşma “Bijî berxwedana ciwanan” berz kirin. Di dema merasîmê de ji aliyê xwendekaran ve pankarta “Li pey heqîqetê ber bi ronahiyê ve” hat vekirin. Xwendekaran her wiha pankarteke ku cih dida gotinên siyasetmedar Sirri Sureya Onder ê ku di 3yê Gulana 2023yan de jiyana xwe ji dest dabû hilgirtin, ku li ser wê wiha nivîsandîbû: “Gota xatirxwestinê bila ji Kral Marx bê; ‘Çerxa dîrokê her tim ber bi pêş û ber bi paşiyê ve dizivire.’ Bimînin di nav xêr û xweşiyê de.”

Di merasîma mezuniyetê de dowîza bi nivîsa “Silav li parêzerên şoreşger be” jî hat vekirin û peyamên xwendekaran di salonê de rastî eleqeyeke mezin hatin.

















