Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bi boneya 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li Mala Kevirîn a Parka 75an a li navçeya Peyasê resepsiyonek li dar xistin.
Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne” dê di 25 û 29ê îlona 2026an de 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li dar bixin. Bi boneya 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li Mala Kevirîn a Parka 75an a li navçeya Peyas a Amedê resepsiyonek hate lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyên Amedê, Dayîkên Aştiyê, endam û nunerên saziyên sivîl, siyasetmedar û gelek derhêner û sînemahez tev li resepsiyonê bûn. Di resepsiyonê de deklerasyona 10emîn Festivala Belgefîlman hat aşkerekirin.
Beriya deklerasyonê Serokê Daîreya Çand û Hunerê ya şaredariya Peyasê Yilmaz Guneş û Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar axivîn. Piştre metna deklerasyonê bi Kurmancî Derhêner û endamê Komeleya Sînemeya Rojhilata Navîn Metîn Ewr, Tirkiya wê jî li ser navê komîteya amadekar Gulan Mizgîn xwend.
Yilmaz Guneş anî ziman ku îro ji bo sînemaya Kurd hatin vê derê û got: “Di serî de rêheval, şoreşger, serîhildêr; Yılmaz Güney, Halil Dağ, Fariz Dağ bi kesayetiya wan de, li ser şopa heqîqetê, li ser sînemaya Kurdî, li ser çanda Kurdî kê ku bedelên giran dan, çûn ser dilovaniya xwe, em wan bi rêzdarî, bi hurmet li vê derê bi bîr tînin. Em ê şopdarên wan bin. Belê, ew kesayetiyên ku ji me re nexşerê diyar kirin, nexşerê bû, îro di serdema îro de bû aştiya civakeke demokratîk. Ev xebatên me, ji vê serdemê re xizmetê dikin.”
‘Gelê Kurd bîra xwe winda nekir’
Cengîz Dundar jî axaftina xwe de diyar kir li ser gelê Kurd û li ser gelan rastî gelek êrîşên hovane hatin kirin û ev tişt gotin: “Gelê Kurd di nav vê deryayê de bîra xwe, hafizaya xwe winda nekir. Di nav hemû zor û zehmetiyan de, di nav astengiyan de li ber xwe da. Welhasîlkelam, em dizanin ku di vî pêvajoyî de, divê em jî tiştên nû bikin, tiştekî ava bikin. Heta niha çi derneketiye holê, em herin ser û daxînin qadê. Ew koçberkirin, ew tunekirin heta niha berdewam kir; ev gel di bin destan de, bêwar hat hiştin. Em dizanin ku bi rêya belgefîlman, mirov dibe dengê wan. Nexwe hûn dizanin, di nav deryayê de guhdar pir bûn. Têkoşîna jinan xwest ku vê zanebûnê mezin bike. Dîroka gel xwest ku di vê navberê de bibiriqe. İşte ev belgefîlm, tam jî rûpela vê zanebûn û hafizayê ye, pêşiya wê vekirî ye. Li ser vê yekê, ev belgefîlm, ew belgefîlm e ku em di têkoşîna 52 salan de dibînin. Bêguman derhênerên Kurd û Kurdistanî û ew gelê di bin destan de, belgefîlmên vê têkoşînê derxistin holê. Belgefîlmên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî derxistin holê. Ez bawer dikim ku gava cesareta me mezin bû, ev kar jî hebû. Tenê li ser dîrokê nîn e, li ser rêbertiya gel jî ev dîrok e. Gava em belgeyên dîroka xwe derdixin holê, gerek e ew gel jî rastebûniya rêbertiya xwe derxîne holê.”
‘Festîvala me bi nêzikatiyeke ku hêza hunerê ya heqîqetê berbiçav dike’
Piştre Metîn Ewr deklerasyona bi Kurmancî xwend, Metîn Ewr destnîşan kir ku ev festîvala ku ji aliyê Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê lidarxistin, ji bo bajarê Amedê çalakiyeke girînge û wiha got: “Amedê her tim hewl daye ku ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê nirxan biafirîne, biparêze û bi serbilindî veguhêze siberojê. Festîvala me bi vê hişmendiyê, bi nêzikatiyeke ku hêza hunerê ya ku mirovan baş dike, azad dike û heqîqetê berbiçav dike dibîne û îro jî vîn û biryardariya lidarxistina Festîvala 10emîn nîşan dide. Wek saziyên ku vê festîvalê li dar dixin, em bi rola hunerê ya ji bo mirvahiyê dizanin. ji ber vê yekê, em wisa bawer in ku dê Festîvala me ya îsalîn dê ji her demê zêdetir berfireh, xurt û berhemdar derbas bibe. Bi awayekî giştî huner û bi taybetî jî hunera sînemayê, di şert û mercên cîhanê yên îroyîn de ji bo gelan qadeke derbirînê ya girîng a ku heqîqet pê tê vegotin, berbiçav dibe û haydarbûnekê pêk tîne ye. Di vê çarçoveyê de, berpirsiyariya ku sînemaya belgefîlman digire ser xwe jî, pir hêja ye. Sînemaya belgefîlman rabirdûya mirovan, bîranînên mirovan, kêfxweşiyên wan, xemgîniyên wan, hêvî û trawmayên wan tomar dike û li ser perdeyê nîşan dide. Bîranîn û çîrokên ku di şikeftên tarî de veşarî dimînin, bîranînên ku di nava sînorên serdestan de dîl tên girtin bi rêya belgefîlman li bîra mirovahiyê ya çandî tên tomarkirin. Di vê çarçoveyê de, ji bo me sînemaya belgefîlman, wek neynikeke ku em pê heqîqetê nîşan didin; wek qadeke ku rêya têkoşîna edaletê ronî dike, başî û bedewiyê diafirîne, aştiya civakî bi pêş dixe ye.
Metîn Ewr di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku şiyara festîvala wan ya îsal “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne!” û got: “Gotina ‘Em li vir in!’ daxuyandina israra di xwebûnê de û vîna wek xwe mayînê ye. Wek bajarê Amedê yê kevnare, wek bedenên Amedê, wek Çemê Dîjleyê, bi hezaran salan e ku em li vir in û em ê her tim li vir bin. Dara gûzê jî di bîra mirovahiyê de xwediyê wateyeke kûr e. Bi rehên xwe yên ku dev ji axa xwe bernadin, bi guliyên xwe yên ku ber bi siberojê ve dirêj dibin wek destekî ku bi biryar bi dahatûyê digire ye. Dara gûzê; ji bo wendayan navnîşanek, ji bo kesên bixwazin xwe bigihînin nirxên xwe yên bingehîn nîşaneke ku nayê guhertin û ji bo yên ku ji axa xwe hatine veqetandin jî hêviya ji nû ve avabûnê ye. Bi vî awayî em 10’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê didin destpêkirin.”
‘Festîval dê di navbera 25 û 29ê îlona 2026an de bê lidarxistin’
Metîn Ewr di derheqê belge fîlmê de agahî dan û ev tişt gotin: “Dê îsal jî serlêdanên belgefîlm û projeyên belgefîlman bên pejirandin. Serlêdan dê di 12ê hezîrana 2026an de dest pê bikin û di 20ê tîrmeha 2026an de bi dawî bibin. Serlêdan dê bi rêya navnîşana festîvalê ya fermî ya bi navê www.filmamed.orgê bên wergirtin. Dîsa dê di heman pêvajoyê de serlêdanên kargehên sînemaya belgefîlman ên ku dê ji her kesî re vekirîbin, bên vekirin. Beriya Festîvalê dê xebatên kargehan ên girîng bên lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de dê projeyên belgefîlman bên nirxandin û piştgiriya çêkeriyê bê dayîn. Ligel vê yekê dê bi rêya panel û forûman nîqaşên têkildarî sînemayê jî bên kirin. Festîval dê ji çar aliyên cîhanê derhêner û çêkerên fîlman û her wiha gelek kesên hêja yên ji cîhana sînema, huner û wêjeyê bi gel re bîne cem hev. Em di wê baweriyê de ne ku huner yek ji zimanên herî xurt ên ku birînan berbiçav dike, bîrê diparêze û hêviya aştiyê mezin dike ye. Em we hemûyan vedixwînin 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya ku dê di navbera 25 û 29ê îlona 2026an de bê lidarxistin.”
Resepsiyon bi stranên stranbêj Sarya Ertaş û Welat û bi gerandina govendê bi dawî bû.

















