Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku berpirsên Îranê razî bûne ku li hev bikin got: “Em ê êrişan bidin sekinandin.”
Serokê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) Donald Trump têkildarî lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê peyamek da. Trump got: “Berpirsên bilind ên Îranê bi peymaneke ya li hevkirinê razîbûn ya bi Amerîkayê re. Emê jî êrişên ku biryar bû îşev bidin destpêkirin bidin sekinandin.
Hate ragihandin ku danûstandin ji aliyê Amerîka, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Tirkiye, Pakistan, Behreyn, Kuwêt, Uman, Misir û hinek welat din jî erê kiriye.
Trump anî ziman ku wê dorpêç dewam bike heta lihevkirin dawî dibe û got: “Di demeke nêzîk de wê cih û demê îmzekirina lihevkirinê diyar bikin.”













