Roma – Li paytexta Îtalya Romayê li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civîneke gel hate lidarxistin. Di civînê de Îdrîs Balûken axivî û diyar kir ku di vê pêvajoyê de yekitiya gelê Kurd gelek girîng e.
Li paytexta Îtalya Romayê li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civîneke gel hate lidarxistin. Di civînê de parlamenterê berê yê HDPê û endamê Heyeta Îmraliyê ya dema beriya niha Îdrîs Balûken pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê de hatiye destpêkirin, nirxand.
Îdrîs Balûken diyar kir ku pêwîstiya Kurd û Tirkan bi aştiyê heye û got ku di vê demê de ku Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin de yekitiya gelê Kurd dê gelek girîng be û wiha got: “Rêber Apo bi israr dixwaze konferanseke neteweyî bê lidarxistin, parastineke hevpar, gotineke hevpar û dîplomasiyeke hevpar bê afirandin. Çima vê dixwaze? Ji ber ku haya xwe ji metirsiyên biqewimin heye. Divê Kurd li çar parçeyan rabin ser piyan. Ji ber her parçeyek xwedî pirsgirêkên xweser in. Eger em bibin yek em ê karibin vê yekê çareser bikin. Naxwe em ê hemû winda bikin.”
Piştî axaftinan civîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.













