Wan – Mîhrîcana Keda Jinan ya Hilberî ya şaredariyên navçeyên Wanê bi awayeke hevpar li dar xistiye rastî eleqeyeke mezin hat. Organîzatorên mihrîcanê dan zanîn ku armanca mîhrîcanê keda jinê nîşandana civakê bû û wiha gotin: “Armanca mîhrîcanê pêşxistina hestên komunal e.”
Li Wanê bi hevkariya 12 şaredariyên navçeyan ên DEM Partiyê ‘Mîhrîcana Keda Jinan ya Hilberî’ hat lidarxistin. Armanca mîhrîcanê xurtkirina hevgirtina jinan û derxistina pêş a keda wan bû. Jinên ku tev li mîhrîcanê bûne bal kişandin ser rola jinan a di civakê de û ji bo pêkanîna mîhrîcanê jî kêfxweşiya xwe anîn ziman.
‘Armanca hestên hevgirtinê xurtkirin bû’
Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Oznûr Evîn bal kişand eleqeya jinan a ji bo mîhrîcanê û got: “Armanca me ew bû ku em di nav jinan da hesteke nû ava bikin. Ev 3 roj bûn mîhrîcan berdewam kir û pir bala jinan kişand. Kêfa jinan pir bi vê mîhrîcanê hat û berdewamiya wê xwestin. Wê her sal ev mîhrîcanan bê lidarxistin. Hişmendiya mêr ew hestên jinan qut kirine. Lewma em dixwazin hêstên jinê yên komînal pêş bikevin. Ji ber wê yekê me bernameyekî wisa ava kir. Di vê mihrîcanê de ji hêla aboriyê ve ji hêla çand û zimanî ve hinek pêşkeftin çêbû. Armanca me jî ev bû ku ev mîhrîcan tenê bi ser aboriyê ve nemeşe.”
‘Baldariyekî xweş hebû’
Oznûr Evîn diyar kir ku armanca wan pêkanînan tevlîbûneke zêde ya jinan bû ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Hewa xweş bû, tevlîbûneke xurt hebû lewma civat jî xweş bû. Vê xweşiyê bala jinan dikişand. Em dikarin bibêjin ku em gihiştin armanca xwe û me bi serfirazî ev mîhrîcan bi rê ve bir. Jinên kedkar hemû li qadê bûn û keda xwe nîşan didan. Di siberojê de jî wê mîhrîcanên wisa berdewam bikin. Dibe ku hemû şaredarî careke din bi hev re vî karî nekin, lê wê her şaredarî li navçeya xwe vî karî bimeşîne.”
‘Armanca di civakê de keda jinê nîşandan e’
Xebatkara Şaredariya Rêya Armûşê Gûlfen Akgûn jî da zanîn jin dixwazin berdewamiya xebatên bi vî rengê werin domandin û wiha got: “Jin bi keda xwe tevlî mîhrîcanê bûn. Armanca me berbiçavkirina ked û aboriya jinê ya di civê de bû.”
















