Li gorî Ronahî Tv dê îro Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî, li Hewlêrê bi Tom Barrack û Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Li gorî nûçeya Ronahî Tv Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li Başûrê Kurdistanê ye. Li gorî nûçeyê dê Mazlûm Ebdî bi nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barrack û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Tê texmînkirin ku di civîna Ebdî û Barrack de mijara Sûriye û peymana 29ê çileyê ya di navbera HSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, bê nîqaşkirin.













