Meclisa Jinan a HDKê ji bo kampanyaya “Xweparastin dide jiyandin” li Stenbolê belavok belav kirin.
Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) kampanyayekî bi navê “Xweparastin dide jiyandin” li dar dixe. HDK derbarê kampanyayê de li Kolana Îstîklalê ya navçeya Beyogluyê belavok belav kirin. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, rêveberên HDKê yên Stenbolê, aktivîstên TJAyê û gelek jin tev li çalakiyê bûn.
‘Li Tirkiyayê kujer tên parastin’
Jin li Tunela Taksîmê kom bûn û li vir daxuyaniyek dan. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ew ji bo broşurên kampanyaya xwe belav bikin kom bûn û got: “Lê desthilatdar, waliyê Stenbolê çalakiya me asteng dike. Em bi salan e dibêjin ‘jin bi hev re hêz in’. Em astengiya bi sedan polîsan a li hemberî jinan qebûl nakin. Hêza herî mezin rêxistinbûyîn e. Kuştina jinan sûc e lê li Tirkiyayê kujer tên parastin. Îro jin ji ber azadiya wan a aborî tuneye keda wan tê xwarin. Em ê li dijî pergala mêrperest bisekinin.”
Piştî axaftinê jin li Kolana Îstîklalê belavok belav kirin.















