Amed – Serlêdanên ji bo qurs û kargehên serdema nû yên KASEDê dest pê kirine dê heta 16ê Tîrmehê bidomin. Endama KASEDê Sîdar Aslan derbarê kargehên xwe yên nû de ku dê ji bo jin û zarokan bidin dest pêkirin wiha got: “Em dikarin hunera xwe, çîrokên xwe bi hev re biafirînin û ava bikin.”
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) amadekariyên serdema nû ya qurs û kargehên xwe da destpêkirin. Komeleya ku di sala 2019an de bi dirûşma “Huner ji bo her kesî ye” ji aliyê komek hunermendên jin ve li Amedê hate avakirin, niha xebatên xwe li avahiya xwe ya li navçeya Sûrê dimeşîne. Bernameya serdema nû ya komeleyê “ji bo jinan” û “ji bo zarokan” weke du kategoriyên bingehîn hatiye dabeşkirin. Serlêdanên kargehan ku di 1ê Hezîranê dest pê kirine dê heta 16ê Tîrmehê berdewam bike. Di çarçoveya qursên ku ji bo jinan hatine amadekirin de, perwerdeya amûrên muzîkê yên wekî erbane û tembûrê, dersên govend û wêneyê, her wiha perwerdeya deng cih digirin. Di kategoriya zarokan de jî qursên pîyano, govend û wêneyê hatine plansazkirin. Li gel qursên perwerdeyê, KASED dê di serdema nû de ji bo jinan kargeha Kulîlkên Hişk, xebatên boyaxkirina kevir, cam, tuval û neynikan, kargeha çêkirina deqan û romana Kurdî li dar bixe. Endama KASEDê Sîdar Aslan der barê bernameya qurs û kargehan ên serdema nû de ji ajansa me re axivî.
‘Mîsyona KASEDê ew e ku newekheviyê ji holê rake’
Sîdar Aslan anî ziman ku dema ku KASED hate avakirin, li gorî mîsyonekê hatibû avakirin û got: “Wekî mînak, dema ku em civaka xwe dinirxînin, em dibêjin her çend di civakê de newekheviyek hebe, ji aliyê hunerê ve jî ew newekhevî heye û mîsyona KASEDê jî ew e ku wê newekheviyê ji holê rake. Ji bo jinên ku dixwazin, zimanê xwe, çanda xwe, çîroka xwe û hunera xwe ava bikin; xwestin ku avahiyeke wiha ava bikin û bi vê mîsyonê ketin rê û dest bi xebatên xwe kirin.”
‘Jin ji gelek aliyan ve hatine astengkirin’
Di berdewama axaftina xwe de Sîdar Aslan diyar kir ku dema ji berê heta niha dinirxînin, jin ji gelek aliyan ve hatine astengkirin û ev tişt gotin: “Dema mirov dinirxîne, helbet jin di vî alî de bi rastî jî di têkoşînekê de ne. Erê hatine astengkirin, derfet nehatine dayîn, dema ku derfet didin jinê, jin bi rastî jî dikare ji her alî ve gelek tiştan, ji bo xwe, ji bo civakê û ji bo pêşerojê jî gelek xebatan bimeşîne. Ez dikarim xwe weke mînak bidim, ew derfet ji bo me gelek bi qîmetin. Gelek nivîskar hene weke Virginia Woolf dema ku dibêje ‘Odeyek a her kesî hebe’, gelek jin dikarin di wê odeyê de cîhaneke nû ava bikin. Gava vê peyvê dibêje, bi rastî jî ew têkoşîna ku li pêş e, odeyek ava kiriye û di vî alî de berhemên xwe ava kirine. Dema jin derfetê dibîne, bi rastî jî gelek tiştan diafirîne û pêş ve dibe.”
‘Gelek dayik û zarok KASEDê weke mala xwe dibînin”
Sîdar Aslan bal kişand ser Kargehên KASEDê û wiha pê de çû: “Hem ji bo jinan hem jî ji bo zarokan bernameyeke pir rengîn hatiye amadekirin. Armanca avakirina KASEDê bi hinek pîvanan re girêdayî ye. Di serî de ji bo jin û zarokan, em xebatên xwe didomînin. Derfetên ku jinê nedîtine, jinên ciwan bin, yan yên ku di malê de kar dikin, yan jî zarok yên ku derfetên xwe di gelek cihan de, di qadên cuda de nedîtine, xebatên xwe li wir nedomandine, dikarin werin û di KASEDê de cih bigirin. Em bi van derfetan dixwazin li KASEDê her beşa hunerê ava bikin. Li gorî daxwazan, em gelek branşan hildibijêrin. Dema ku tu van branşan hildibijêrî, em dinirxînin ka kî çi dixwaze. Mînak kursên me yên wiha hene, lê hinek kes dibêjin ku govend, hinek kes dibêjin ku ez piyanoyê dixwazim. Yan ji bo zarokan jî ev tişt bifeyde ye. Yan li gorî daxwazên ku ew dixwazin, ka kîjan beşê dixwaze biafirînin, li gorî daxwazên civakê, jinan an zarokan, em biryara van beşan didin. Berê li Rêzanê bû komela me. Niha em lî Sûrê ne, di serî de dema ku kesên ku dihatin, jin an zarok, hinekî bi pêşdarazî nêzîk dibûn. Dema dihatin, pirs dikirin û digotin: ‘Em dikarin li vir çi bikin?’ Di serî de ew rehetî tune bû, lê gav bi gav dema ku dihatin, nasînek çêdibû. Û didîtin em hunerê didin û ew tên karê xwe yê hunerî dikin, li vir tekiliyek heye, nasînek heye, pirsînek heye. Gav bi gav li vir dibe mîna qadeke ku xwe tê de dibînin û hîs dikin. Dema tên dest pê dikin, di dawiyê de em dibînin ku di warê zimanê û çanda xwe de, ew hişmendiyekê ava dikin. Ev nêzîkî sê salan e li vir in, gelek dayik û zarok dema ku tên, bi rehetî mîna mala xwe dibînin.”
‘Em dikarin çîrokên xwe bi hev re biafirînin û ava bikin’
Sîdar Aslan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dem bi dem kursên nû vekirine û li serê havînê de biryar dane ku dîsa dest bi kursan bikin û axaftina xwe wiha derbirî: “Dîsa me gelek kurs û kargeh amade kirine ku jin û zarok tê de cih bigirin. Gelek beşên hunerê hene. Mînak; kargeha lîstikên xezayî, kargeha boyaxkirina keviran, kargeha romana kurdî. Hinek ji van kargehan li gorî dayikên ku di malê de ne hatine amadekirin. Dayikên ku nikarin tembûrê hilbijêrin, ji ber ku dema wan pir nîne, lê dikarin werin û di van kargehan de cih bigirin. Hinek dibêjin ew atmosfereke ku di malê de heye, derfet tune ye ku biçin cihekî; lê dikarin werin vir, derfetekê ji bo xwe bibînin û bi rêya van kargehan hinekî xwe hîs bikin. Ev atmosfer ji bo wan gelekî baş e. Bi rastî, me parvekirinên xwe parve kirine, xebatên me didomin. Karên wan, deriyê me ji bo wan vekirî ye. Em bi hev re, wekî ku em hev nas bikin, em dikarin hunera xwe, çîrokên xwe bi hev re biafirînin û ava bikin. Em nasîna xwe li vir bi hev re parve bikin.”












