Li gundê Qoriyê yê Qoserê agir bi malekî ket û zaroka bi navê Melîke Demîrkaya di şewatê de jiyana xwe ji dest da 6 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Qoriyê yê navçeya Qoserê yê Mêrdînê serê sibê ji ber sedemek nediyar agir bi malekî ket. Bi agahî dayînê tîmên agirkujiyê û tenduristiyê hatin li cihê bûyerê. Bi mudaxileyê agir hate vemirandin û mudaxileya ewil li birîndaran hat kirin.
Di encamê şewatê de zaroka bi navê Melîke Demîrkaya ya 7 salî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Ambulansê cezaneyê zarokê 7 salî û kesên birîndar bûne birîn li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Derbarê buyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.













