Tora Piştgiriya Koçber û Penaberan derbarê 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de li Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku polîtîkayên koçberiyê her ku diçe ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin.
Tora Piştgiriya Koçber û Penaberan derbarê 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de li Tunela Şîşhaneyê ya Stenbolê daxuyanî da. Endam û rêveberên torê û ÎHDa Stenbolê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endamê torê Alî Dîler ve hate xwendin.
‘Li dijî nîjadperestî û dijminatiya koçberan hatin cem hev’
Alî Dîler diyar kir ku îro bi mîlyonan mirov ji şer, xîzanî, kedxwarî û zextan direvin û têkoşîna man û nemanê didin û got: “Neteweyên Yekbûyî, ji bo balê bikişîne ser vê têkoşînê, 20ê Hezîrana 2001an wekî Roja Penaberan a Cîhanê ragihand. Em wek Tora Piştgiriya Koçber û Penaberan, îro ji bo bilindkirina piştgiriyê ya li dijî nîjadperestî û dijminatiya koçberan hatin cem hev. Di sala 2001êan li cîhanê nêzîkî 13 mîlyon penaber hebûn. Îro hejmara mirovên ku bi zorê ji cih û warên xwe bûne, ji 136 mîlyonî derbas bûye. Di heman demê de gelheya cîhanê tenê ji sedî 30 zêde bû, lê zêdebûna nifûsa penaberan gihîşt sedî 900î. Bi gotineke din, 25 sal berê ji her hezar kesî du kes di statûya penaberiyê de dijiyan, îro ev hejmar di her hezar kesî de derketiye 16 kesî. Polîtîkayên koçberiyê her ku diçe ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin, li gorî hewcedariyên ewlehî û aborî ji nû ve teşe digirin.”
Alî Dîler di dawiyê de daxwazên torê wiha anî ziman:
- Divê dawî li nîjadperestî û gotinên li dijî koçberan bê anîn.
- Divê binpêkirinên mafan ên li navendên vegerê ji aliyê mekanîzmayên serbixwe ve bên kontrolkirin.
- Divê gihîştina wekhev a penaberan ji tenduristî, perwerde, stargeh û edaletê re bê mîsogerkirin.
- Divê dawî li xebitandina nexweyî û bêewlehî bê anîn, ji bo hemû kedkaran mafên xebatê yên wekhev bêne dabînkirin.
- Divê polîtîkayên sînoran ên Ewropa û cîhanê, li şûna tirsandin û dûrxistinê, li ser bingehê rêgezên mafên mirovan û parastina navneteweyî bin.
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.
















