Li navçeya Elîhê, hat destnîşankirin ku zarokek astengdara hiş di nav malbatê de rastî tecawizê hat. Piştî hat zanîn ku zarok ducanî ye bira hat girtin, lêpirsîna li ser bav tê kirn didome.
Li gorî nûçeya Jinnewsê li Êlihê zaroka astendara hiş dema li kargehê aciz bûye rakirine li nexweşxaneyê û hat zanîn ku zarok ev 7 meh û nîv e ducanî ye. Rayedar ji bo zarok biparêzin ji malbatê girtin û li navendeke parastina zarokan bi cih kirin.
Birayê mezin hate girtin
Piştî lêpirsîna li ser tecawiza zarok hatiye meşandin birayê mezin ê zarok hate binçavkirin û piştre hat girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de nimûneya DNAyê ji bav hate girtin.
Niştecihên taxa ku bûyer lê qewimî ye diyar kirin ku zaroka ducanî bûye ji aliyê hişî de astengdar e û li kargehekê dixebitî.
Biryara veşartiyê
Hat ragihandin derbarê doza têkildarî bûyerê tecawiza hatiye destpêkirin de biryara veşartinê hatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye ku di çarçoveya parastina mafên zarok de navên endamên malbatê nehat parvekirin.













