• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

    Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Otomatik taslak

    Konferansa MÎA-FEDê: Bingeha Îslamê demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wan / AW

21 HEZÎRAN 2026 - 17:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş ê ku di “Hevdîtina bi ciwanan re” de axivî, bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bigihêje armancê, dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê.

Li navçeya Tûşbayê ya Wanê “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” ku ji aliyê Şaredariya Tûşbayê û bi hevkariya KURDÎWARê dihat lidarxistin, berdewam dike. Di çarçoveya bernameya îro de çalakiya “Hevdîtina bi ciwanan re” ku tê de aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sabahat Tûncel û endamê Sekreteryeya Îmraliyê Çetîn Arkaş weke axiver cîh digirtin, hat lidarxistin. Hevdîtin bi tevlibûna hejmareke mezin a ciwanan pêk hat û welatiyan eleqeyeke mezin nîşan da.

‘Wê encam weke Ronesansa Fransayê derbikeve holê’

Di “Hevdîtina bi ciwanan re” a bi moderatoriya rojnameger Adnan Bîlen dest pê kir de ewilî Çetîn Arkaş axivî û diyar kir ku di 45 salên dawî yên Kurdistanê de gelek bedel hatin dayîn û got: “Divê ev xerabeya piştî vî şerî 45 salî mayî ji holê rabe û careke din bê avakirin. Lewma wêje di vî warî de gelek girîng e û divê em wêjeya xwe li ser esasê vê têkoşînê bihonin. Ev pêvajoya niha bigihije armancê dê encameke weke ronesansa Fransayê derxîne holê. Îro behsa pêvajoyeke nû ya avakirinê dikin. Pêşî divê em tiştê nenasayî (anormal) normal bikin. Divê em wêje, huner û beşên din ên hunerê paşguh nekin. Wêje û hunera ku xîtabî ruh dike, piçûkdîtina wan e.”

‘Niha dor dora azadiyê ye’

Sabahat Tuncel jî ku bal kişand ser dejenerebûna çand û hunerê, diyar kir ku pêdiviya Kurdan bi berhemeke ku têkoşîna kolektîf ya Kurdan vedibêje heye. Sebahat Tûncel da zanîn ku bandoreke pir xurt a wêjeyê heye û got: “Em wekî gelekî ku di nav 100 salên polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê de ne, me ev tunebûn bi têkoşînê ji holê rakir. Dema ku li cîhanê hebûna her kesî di bin mîsogeriya destûra bingehîn de ye, li Tirkiyeyê tunebûna Kurdan di bin mîsogeriya destûra bingehîn de ye. Hemû cîhan Kurdan nas dike û bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ xwe dide naskirin. Rêberê Gelê Kurd polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê çirand û gel vedixwîne ji nû ve avakirinê. Wî ji bo azadiyê gav avêt. Me siyaseta înkarê ji holê rakir û avakarê vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Têkoşîna azadiyê berdewam dike û em ê jî têbikoşin. Em ê bi hişmendiyeke hevkariyê, jiyaneke komînal piştgiriyê esas bigirin. Li pêşiya me serdemeke hem zehmet hem jî hêsan heye. Ger em ronahiya li Îmraliyê bibînin, em ê hêviyê jî bibînin. Me di 50 salan de nasname û hebûna xwe qezenc kir, niha dor hat ser azadiya me.”

Etîket: Çetîn Arkaşhevdîtina ciwananRojên Wêje û Pirtûkan a TûşbayêSabahat Tuncel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

21 HEZÎRAN 2026
‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ di roja 3yemîn de didome

‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ di roja 3yemîn de didome

20 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

MÎA-FED: Ji bo avakirina civakeke azad konferansê li dar dixin

20 HEZÎRAN 2026
Şopînerên Rojên Pirtûkan: Pêşxistina Kurdî barê me hemûyan e

Şopînerên Rojên Pirtûkan: Pêşxistina Kurdî barê me hemûyan e

20 HEZÎRAN 2026
‘Hê jî ciwan weşanxaneyên Kurdî nizanin’

‘Hê jî ciwan weşanxaneyên Kurdî nizanin’

19 HEZÎRAN 2026
Li Amedê Pirtûkxaneya Rojîn Kabaîşê hat vekirin

Li Amedê Pirtûkxaneya Rojîn Kabaîşê hat vekirin

18 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê tecawiza zarok: Bira girtin, lêpirsîna bav didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendên TEV-ÇANDê gel vexwendin Mitîngên Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên Sivîl yên Amedê gel vexwendin ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (597)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne