Rojnameya Azadiya Welat bal kişand ser nêzîkatiya siyasetmedaran a li hemerî daxwaz û nirxên civakê û bi manşeta “Dibêjin lê napêjin” derxist pêş.
Rojnameya Azadiya Welat ku heftane tê çapkirin, di hefteya 24emîn de bal kişand ser yekîtiya Kurdan. Rojnameyê gotara rojnameger û nivîskar Medenî Ferho ya bi sernavê “Hîkmet-î Hikûmet û yekîtiya kurd” derxist manşetê. Nivîskar Medenî Ferho di gotara xwe ya vê hefteyê de bêtir helwesta siyasetmedarên Kurd û bi taybetî partiyên Başûr a li hemberî yekîtiya neteweyî rexne dike.
Rojnameyê di rûpela manşetê de dîsa cih daye gotara nivîskar Felemez Ulug a bi sernavê “Şerê MÎT’ê yê taybet û paradigmaya azadiyê”, gotara nivîskar Ramazan Olçen a bi sernavê “Sedsala duyemîn rêya sêyem”, hevpeyvîna Medya Bal a bi sernavê “Ev ne tenê merasîm, zindîhiştina bîrê ye”, gotara Mehmet Şahîn a bi sernavê “Hêvî Komelo Demokratîk o”, nivîsa rojnameger Berîvan Kayî ya bi sernavê “Hunergeha Welat çar alî dike yek”, gotara nivîskar Elîxan Loran a bi sernavê “Hêkên pepûkê.”
Rojnameyê di rûpelên din de jî cih da gotarên nivîskar Arslan Ozdemîr a bi sernavê “Evîna ku dîrok û çandê zindî kir”, gotara Cahît Kirkazak a bi sernavê “Têkiliya Tirkiyebûyîn û Kurdistanîbûyînê”, gotara Îbrahîm Êzidî ya bi sernavê “Stratejiya teslîmiyetê û rola ragihandinê”, gotara War Botan a bi sernavê “Ger ne wisa ba, dê ne wiha ba”, gotara Ehmedê Bira ya bi sernavê “Nifûsa kurdan ganî veşî bo”, gotara Dildarê Amedê ya bi sernavê “Girara qereçiyan”, gotara Bêrîvan Matyar a bi sernavê “Dema ku sînor wenda dibin” û gotara Ayhan Erken a bi sernavê “Wan û Rewan, çîroka Kinyazan”.













