Rewşa bi aloz a li gundê Deşta Avê ku du roj beriya niha cerdevanan êrişî keriyê pezê gundiyan kiribû, berdewam e. Hat zanîn ku lêpirsîn derbarê cerdevanên êrişkar de nehatiye destpêkirin.
Li gundê Deşta Avê ya navçeya Xîzanê ya Bedlîsê di 20ê Hezîranê de cerdewanan nîvê şevê bi çekan êrişî keriyê pezê gundiyan kiribû û zêdetirî sed serî pez kuştibûn. Şivanan bi zorê canê xwe xelas kiribûn û agahî dabûn gundiyan. Li ser agahdarkirinê leşker jî hatin herêmê û li cîhê bûyerê lêkolîn kirin. Rewşa aloz a li herêmê hê jî didome û leşker ji ber rûdaneke din a ku gengaziya wê heye, li herêmê hatine bicihkirin.
Cerdevan bi leşkeran re hevkariyê dikin
Gundiyên ku me bi telefonê xwe gihand wan, destnîşan kirin ku 3 heb cerdevanan êrişî pezê wan kirine û derbarê van cerdevanan de jî tu binçavkirin an jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Gundiyan da zanîn ku ev cerdevan rasterast bi çend serleşkerên Qereqola Xorosê re dixebitin û bi hevkariya wan ev êriş pêk anîne. Her wiha gundiyan destnîşan kir ku gelek caran leşkerên Qereqola Xorosê îşkence li ciwanên wan kirine û ji gundiyan re jî gotine “Hûn Ermenî, Xiristiyan in û em nahêlin hûn li vir bicîh bibin.”
Gundî, ji bo vegerin warên xwe li benda alîkariyê û piştevaniyê ne.













