Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di civînên gel ên li Erdîşê de bal kişand ser dîroka qedîm û pêvajoya aştiyê û got: “Têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye. Ev mafdarî bi saya birêz Abdullah Ocalan e.”
Civînên gel ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku bi dirûşmeya “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” hatine destpêkirin, gund bi gund û navçe bi navçe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, şandeya DBPê bi pêşengiya hevserokê xwe yê giştî Keskîn Bayindir li navçeyên Erdîş û Tûşba yên Wanê bi gel re hate cem hev.
‘Divê em yekitiya xwe ava bikin’
Şande ewilî li Baxçeyê Milet û li gundewarên Geliyê Zîlan û Hesenevdalê bi welatiyan re hat cem hev û pirsên li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bersivandin. Keskîn Bayindir li vir axivî û bal kişand ser girîngiya gavên ku ji bo aştiyê hatine avêtin û got: “Zêdetirî salekê ye ku Rêberê me pêvajoyek daye destpêkirin û em jî li her derê radigihînin ku em xwedî li vê pêvajoyê derdikevin. Gavên ku ji aliyê Kurdan ve hatin avêtin, nîşanî tevahiya cîhanê da ku niyeta me çareserkirina pirsgirêka bi rêya yasa û qanûnan e. Ji komkujiya Geliyê Zîlan û vir ve me pir êş kişandin, lê Kurdan tu carî serê xwe li ber zaliman netewand. Îro têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye. Ev mafdarî bi saya birêz Abdullah Ocalan e. Di aliyekî vê pêvajoyê de birêz Abdullah Ocalan heye, di aliyê din de jî dewlet heye. Wekî ku birêz Abdullah Ocalan dibêje, qedera me di destê me de ye û divê em yekitiya xwe ava bikin.”
‘Demokrasî ji bo her kesî pêwîst e’
Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ev pirsgirêk ne tenê ya Kurdan e, pirsgirêka her kesî ye û bang li aliyên din kir ku mil bidin dayikên Kurd. Keskîn Bayindir bi domarî wiha axivî: “Demokrasî ji bo her kesî pêwîst e. Werin di vê pêvajoyê de dilpakiya xwe nîşan bidin û aşitiyê ava bikin. Muhatab ne tenê AKP û MHP ye, herkes e. Em dixwazin di bingeheke yasayî de azadiya birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pêk bînin û pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxeke nû bibe.”
‘Divê em şer û nefamkirina di nav civaka xwe de biqedînin’
Şandeyê piştre serdana gundê Hesenevdalê kir. Keskîn Bayindir li vir bal kişand ser giringiya dîrokî ya Geliyê Zîlan û got ku ew minnetdarê kesên li van deran şer kirine ne. Keskîn Bayindir bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û wiha pê de çû: “Divê em şer û nefamkirina di nav civaka xwe de biqedînin. Derdê me yê bingehîn polîtîkayên şerê taybet e. Dewlet êdî dijminatiya xwe bê çek, bi rêya şerê taybet dimeşîne û tê ser me. Birêz Abdullah Ocalan xwest ku pirsa Kurd bi aştî û qanûnan çareser bibe. Di pêvajoyên borî de dewletê daxwaz qebûl nekirin û şerekî giran meşand. Pêvajoya niha bi saya birêz Abdullah Ocalan û tevgera Kurd, bi ezmûnên borî pêk hat. Birêz Abdullah Ocalan gav avêtin û PKKê jî ev îrade nîşan da. Dawiya vê yekê muzakere û lihevhatin e. Em piştgiriyê didin pêvajoya birêz Ocalan, lê em ji dewletê re ewle nabin. Divê em destê birêz Abdullah Ocalan xurt bikin û gavê bi dewletê bidin avêtin.”
Welatiyên gundê Hesenevdalê jî bang kirin ku dewlet tavilê gavan biavêje û xwedî li pêvajoyê derkeve. Civîna li Erdîşê, piştî serdana seyrangeha Balikbendiyê bi dawî bû.
Li Tûşbayê jî civîn hat lidarxistin
Şandeya DBPê piştre derbasî taxa Altintepe ya navçeya Tûşbayê bû. Şandeyê li vir jî pirsên li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”bersivandin. Keskîn Bayindir li vir jî geşedanên dawî yên pêvajoyê vegotin û ji bo piştgiriyê spasiya gel kir.
Civînên îro, piştî pirs û bersivan bi dawî bûn.





















