Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê di çarçoveya amadekariyên “Mitînga Azadiyê” de gelek navçeyan daket qadan û gel vexwendin mitîngê.
Dê di 27ê hezîranê de li Wan û Mersînê, 28ê hezîranê jî li Amed û Stenbolê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mitînga Azadiyê bên lidarxistin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê bênavber amadekariya mitîngê didomîne.
DEM Partî li Rawestgeha Metroyê ya navçeya Şîşliyê, navçeyên Sûltangazî, Tûzlayê, Ataşehîr, Esenyûrt, Qada Şîrînevler ya Bahçelîevlerê, Beyoglû, Avcilar, Beylîkduzu, Baxcilar, Ataşehîr û Beykozê li qadan çalakî li dar xistin û gel vexwendin mitîngê.















