* Lêkolînerê Ziman û Çandê ya Lazkî Armagan Serdaroglu bi lêv kir ku piştî avabûna Komarê li dijî zimanê Lazkî polîtikayên bişaftin û qedexekirinê hatine meşandin û wiha got: “Beriya komarê li herêma me zimanê me serdest bû lê niha pir kêm kes lazkî dizanin û diaxivin.”
*Nivîskar Muslum Yucel ê hevalê rojnameger Bayram Balci, diyar kir ku di meha Nîsanê de Bayram Balci ji ê re peyam şandiye û gotiye ew bîranînê xwe yên salên rojnamegeriyê dinivisîne ku bike pirtûk û wiha got: “Bayram hem dixebitî hem jî alikariya hevalên xwe dikir. Xwedîderketina Bayram Balci bi berdewamkirina xebat û rojnamegeriyê dibe.”
* Hevseroka MÎA-FEDê Perva Înal li ser 3yemîn Konferansa MÎA-FEDê ya mezin axivî û wiha got: “Em dixwazin li ser bingeha edaletê mafê her netew, ol û baweriyê were naskirin û bi zagonan werin parastin.”
* Konferansa Zimanê Kurdî dê di 27 û 28ê Hezîranê de li Amedê were lidarxistin. Yek ji Komîteya Amadekar a Konferansê Mehmet Emîn Gokdemîr destnîşan kir ku ev konferans di serdemeke wiha de tê lidarxistin ku pêvajoya aştiyê di rojevê de ye û berdewam dike.
* Xizmên cangoriyên azadiyê ku bi salane ji bo zarokên xwe têdikoşin, wiha gotin: “Berî her tiştî em azadiya Serokê xwe û berdana girtiyên nexweş dixwazin. Heya Rêberê Gelê Kurd azad nebe, ne mimkin e ku aştî vegere ser vê axê. Em êdî naxwazin xwîn were rijandin.”
* Mûrat Atalay ji ber êşa laşê xwe serî li Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê dide lê ji ber tedawiya şaş rewşa wî xirab dibe. Birayê wî Fûat Atalay jî piştî xetereya nexweşxaneyê ya mezin li pey doza birayê xwe dikeve, dixwaze ev doz demildest encam bigire û tedawiya birayê wî pêk were.
* Firoşkarê Ava Sûsê Mehmet Emîr ku 41 sal e vî karî dike, bal kişand ser zehmetiyên pîşeya xwe û bandora krîza aborî ya li ser firotinê. Mehmet Emîr diyar kir ku ew ji sala 1985an ve vî karî didomîne û qala qonaxên çêkirina ava sûsê kir.
* Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), wê bi beşdariya hevserokê xwe yê giştî Keskîn Bayindir li navçeyên Serav, Qelqelî û Artemêtan ên Wanê civînên gel li dar bixe. (11:00-19:00)
* Nûnertiya TÎHVê ya Wanê, dê rapora xwe ya derbarê bajarokê Pirxûsê de ku dixwazin GESê lê çêbikin, li eywana Baroya Wanê eşkere bike. (13:30)
Kirmanckî
*Amed de 27-28ê hezîrane de do konferansê ziwanê Kurdkî bêro viraştiş. Derheqê konferansî de, rayberanê konferansî ra avûkat Mehmet Emîn Gokdemîrî wina vat: “Kurdî do bêrê têhet, seba ziwanê Kurdkî, statu û perwerdeyê bi ziwanê Kurdkî qalî bikerî û peynîya nê konferansî de zî do netîceyêka xurt vejîya.”








