Riha – Şîrketa Sari Perakende Enerjî A.Ş. dixwaze li navçeyên Xelfetî û Hewagê, ên Rihayê li ser 6 hezar donim zeviyên çandinî û mêrgê penelên tavê bi cih bike. Gundiyên li dijî projeyê îmze kom kirine wiha gotin: “Ev proje projeya valakirina gundan a ji salên 90î ye.”
Şîrketa Sari Perakende Enerjî Satiş ve Tîcaret A.Ş. a Aydem Enerjiyê dixwaze li gundên Nuxrut, Mezra û Arpetînê yên ku li ser sînorê navçeyên Xelfetî û Hewagê yên Rihayê projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya bi depokirinê ya “Atlantîs 1 û Atlantîs 2” çêbike. Hat zanîn ku dê di çarçoveya projeyê de li ser 6 hezar donim zeviyên çandinî û mêrgê yên sê gundan nêzî milyonek panelên tavê bên danîn. Ev panel dê li hin deveran 40 metreyan nêzî malan bên danîn.
Pergala avê û xwezayê di bin metirsiyê de ye
Heke proje pêk were, ji ber zêdebûna germê û qada manyetîk dê tendurustiya mirovan û hawîrdor di bin metirsiya nexweşiyan de bimîne. Di nav qada projeyê de bi dehan çem û rûbarên diherikin û xeta veguhastina P3 ya Avdana Pompalajê ya Xelfetiyê ya Karûbarên Avê yên Dewletê (DSÎ) heye. Ji ber vê yekê, çavkaniyên avê yên ku gundî ji bo vexwarin û çandiniyê bi kar tînin, di bin metirsiya tunebûnê de ne.
‘Li qada xwezayî ya girîng’ panelên tavê
Herwiha ev qadên dikevin di nava qadên projeyê ji aliyê Yekitiya Navneteweyî ya Parastina Doza Xwezayê (IUCN) ve wekî “Qada xwezayê ya Girîng” hatiye ragihandin. Qada wek “Geliyê Firata Başûr û Deştên Bêrecûkê” tê binavkirin de, bi dehan cureyên çûkan, flora û faunayên ku nifşê wan di bin metirsiya tunebûnê de ne, dijîn.
Berxwedana şêniyên gundan
Projeyê bêmirov hiştinê di sala 2024an de dest pê dike. Li dijî vê yekê şêniyên her sê gundan jî têkoşînek hevpar a demdirêj didin meşandin. Şêniyên li herêmê dijîn ji bo proje were betalkirin serî li dadgehê dabû. Dadgehê di 5ê Adara 2026an Rapora Nirxandinê ya Hawîrdorê (ÇED) li dijî jîngehê û qanûnê dît û proje betal kir.
Wezareta Bajarvanî û Guhertina Avhewayê bi vê Şirketê re peymana îmtiyazê îmze kir. Tevî ku rapora ÇEDê hate betalkirin jî, şîrketê dosya bir Dadgeha Bilind a İdareyê û dixwaze ji nû ve rapora ÇEDê bistîne û projeyê bixe dewrê.
‘Berdewama valakirina gundan e’
Şêniyên gund ên ku ji nû ve bi vê bi metirsiya projeyê re ru bi ru mane, di nava xwe de bi daxwaza proje were betalkirin îmze kom kirin, bi daxuyaniya hevpar bang li DEM Partî, DBP, Meclîsên Ekolojiyê, rayedar û raya giştî kirin û bal kişandin ser polîtîkayên bêmirovkirinê û gotin: “Em dizanin bi van projeyên talanê re, gundiyên ku bê debar tên hiştin, gundan wan jî bêmirov bihêlin. Valakirina gundan a salên 90î, îro bi van projeyên talanê didome. Dixwazin bi zimanê hiqûqê sermayeyê kom bikin. Rûxandina gundên me bi projeyên talanê, tê wateya tunebûna ziman, çand û nasnameya me ya ku em hîna jî li gundên xwe diparêzin.”













