• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê li Curnê Reş hat dayîn

    Starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê li Curnê Reş hat dayîn

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê li Curnê Reş hat dayîn

    Starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê li Curnê Reş hat dayîn

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKG: Di mehekê de 7 rojnameger binçav kirin

Navenda Nûçeyan /AW

6 SIBAT 2025 - 14:59
Kategorî: DARAZ
A A
MKGê têkildarî binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çile raporek amade kir û destnîşan kir ku di mehekê de 7 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 3 rojnameger jî rasti tundiyê hatin.

Komleye Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê eşkere kir. MKGê raporek amade kir û destnîşan kir ku di şopandina nûçeyan de 2 rojnamegeran hatin astengkirin herî kêm 9 rojnameger jî li girtîgehan bi binpêkirina mafan rû bi rû man. MKGê de da zanîn ku ew êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê parçeyek ji hewldana bêdengkirina rojnamegeran e, lê rojnamevanên ku li pey heqîqetê ne, tevî her cure zextan jî wê karê xwe bidomînin!”

MKGê da zanîn ku di Çileya 2025an de herî kêm 7 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 3 rojnameger jî bi muameleya xerab rû bi rû man. MKGê şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hatin astengkirin herî kêm 9 rojnameger jî li girtîgehan bi binpêkirina mafan rû bi rû man. Komeleyê da zanîn ku ev êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê parçeyek ji hewldana bêdengkirina rojnamegeran e û wiha cih da raporê: “Lê rojnamevanên ku li pey heqîqetê ne, tevî her cure zextan jî wê karê xwe bidomînin! Gefên li ser rojnamegeran tenê bi zextên dewletê re sînordar namîne. Nûçegihana televizyoneke herêmî ya Xarpêtê Semra Demîrelli ji aliyê mêrekî hat gulebarankirin û bi giranî birîndar bû, piştî têkoşîna jiyanê ya 49 rojan jiyana xwe ji dest da. Zextên li ser rojnamegerên li girtîgehan sîstematîk bûye. Pirtûka ku hevalên wê ji rojnamegera girtî Serpîl Unal re şandibûn ji aliyê Girtîgeha Bakirkoyê ve bi hinceta “Kargoya di Stenbolê de nayê qebûlkirin” paşde hat şandin. Li ser rojnameger Gulistan Dursun a li Girtîgeha Sîlîvriyê ye ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve belgeya bi navê “karta terorê” hat ferzkirin û ji ber ku qebûl nekir cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Di qada dijîtal de jî hewl tê dayin ku dengê rojnamegeran bisînor bikin. Hesabê JINNEWSê yê Instagramê hat girtin, hesabên nû gelek caran hatin sansurkirin û ketina hesabê X (Twitter) hat astengkirin. Her wiha hewl tê dayîn ku li ser platformên dîjîtal dîtina rojnamegeran bê astengkirin. Lê ne zextên li girtîgehan, ne astengiyên li kolanan û ne jî sansura dîjîtal wê nikaribin rojnamegeran bêdeng bikin!

Di heman demê de di meha Çileyê de 31 hesabên medyaya dîjîtal ku di nav wan de @MAturkce ya Ajansa Mezopotamyayê ku 264 hezar şopîneriyên wê hebûn, @jinnewsturkce ya Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê ku 168 hezar şopînerê wê hebû û @yeniyasamgazete X jî di nav de û 125 hezar şopînerên wê hebûn, bi hincetên ‘ewlehiya neteweyî û parastina gel’ hatin astengkirin.

Rojnameger Elîf Ersoy, Eylem Babayîgît, Hatîce Duman, Lûtfiye Burcu Kara, Necla Demîr Arvas, Ozden Kinik, Rahîme Karvar, Reyhan Hacîoglû û Zuleyha Mûldûr tenê ji ber ku rojnameger bûn hatin girtin. Em bang li her kesên ku çapemeniya azad diparêzin dikin ku li dijî van zextan bibin yek. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin! Divê demildest binçavkirin, girtin, zext û tundiya li ser rojnamegeran bi dawî bibe. Em ê tu carî dev ji nivîsandina rastiyan, parastina heqîqetê û berdewamkirina têkoşîna rojnamegeran bernedin!

1)Binpêkirina mafên ewlehî û mafê jiyanê yên rojnamegeran :

Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin 3
Rojnamegerên hatine binçavkirin 7
Rojnamegerên hatine girtin 4
Rojnamegerên bi mualameya ne baş rû bi rû mane 3
Rojnamegerên gef lê hatine xwarin 1
Rojnamegerên şopandina nûçeyên wan hatin astengkirin 2
Binpêkirina mafên li girtîgehan 9

2)Binpêkirina azadiya ramanê ya rojnamegeran:

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin 2
Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin 1
Rojnamegerên hatine cezakirin Hejmara kesan 3
Cezayê girtîgehê 8 sal 3 meh

Rojnamegerên darizandina wan didomin Hejmara dosyayan 14
Hejmara kesan 17
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha) 9

3)Astengiyên li ser mecrayên înternet û medyaya dîjîtal :

Hesabên Medyaya Dîjîtal ên hatine girtin: 4

Lîsteya jinên rojnameger ên girtî :

1.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê

2.Eylem Babayigit – Rojnameger

3.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê

4.Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê

5.Necla Demir Arvas – Rojnameger

6.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê ya berê

7.Rahime Karvar – Rojnameger

8.Reyhan Hacioglu – Rojnameya Yenî Yaşamê

9.Zuleyha Muldur – Ajansa Nûçeyan a Etkinê

Etîket: binçavkirinGirtinîşkenceMKGRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

30 ADAR 2026
Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

28 ADAR 2026
Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026
Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

27 ADAR 2026
Bav û birayê Tosun hatin binçavkirin

Bav û birayê Tosun hatin binçavkirin

27 ADAR 2026
TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (18)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne