Bi pêşengiya MEBYA-DERa Êlihê bi dirûşmeya “Di şopandariya şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad ve” civîna gel li dar xist û di hevdîtinê de bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a tê meşandin û li serê nirxandin hatin kirin.
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Êlihê bi dirûşmeya “Di şopandariya şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad ve” li eywana dawetê ya Alyansê ya taxa Şafakê bi tevlibûna siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş civîna gel hat lidarxistin. Partiyên siyasî yên bajêr û gelek endamên saziyên sivîl û ji gel gelek kes tev li civînê bûn. Beriya ku bername bê lidarxistin girseyê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” berz kirin û sirûda ‘çerxa şoreşê’ hate xwendin. Her wiha li eywanê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Di şopandariya şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad ve” hat daliqandin.
Veysî Aktaş di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û li ser pêvajoyê ji nirxandinên girîng kir.
Piştre bername ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.






















