Li Venezuelayê bi mezinahiya 7,5 û 7,2 pileyan du erdhejên mezin çêbûn. Erdhej bi navbera 39 saniyeyan de li pey hev pêk hatin. Hejmara miriyan nayê zanîn û xesarên mezin rû dane.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyaniyek derbarê erdhejên li Venezuelayê de belav kir.
USGSyê ragihand ku li Venezuelayê du erdhej li pey hev çêbûne. Di navbera her du erdhejan de tenê 39 saniye hene.
USGSyê pêşî mezinahiya erdhejê wekî 7,1 ragihand lê piştre ev zanyarî nû kir. Li gorî zanyariyan, erdheja yekem bi hêza 7,5 pileyan li başûrê rojhilatê bajarê Yumareyê yê bi ser eyaleta Yaracuyê çêbûye.
Erdheja duyem jî bi hêza 7,2 pileyan li bakurê rojhilatê bajarê San Felipeyê yê heman eyaletê rû daye. Hate zanîn ku kûrahiya erdheja Yumareyê 10 kîlometre û ya San Felipeyê jî 21,9 kîlometre di bin erdê de bûye.
Hejmara miriyan ne zelal e
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate dayîn. USGSyê ragihand ku hejmara miriyan dibe ku di navbera 10 gezar û 100 hezarî de biguhere û got: “Gengaz e ku mirinên zêde û xesara zêde çêbûbûn. Felaketek mezin pêk hatiye.”
Înternet qut bûye
Medyaya Venezuelayê jî ragihand ku gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûne cihên ku avahî lê hilweşiyane. Di nûçeyan de hat gotin ku li hinek bajaran binesaziya înternetê qut bûye. Ji ber vê yekê zanyariyên zelal ên li ser ziyanên canî û madî nîn in.
Wezîrê Karên Navxwe agahî da
Wezîrê Karên Navxwe yê Venezuelayê Diosdado Cabello li ser karesatê daxuyaniyek da. Cabello da zanîn ku bûyereke sîsmîk çêbûye û her tişt nîşan dide ku mezinahiya erdhejê ji 7 pileyan gelekî zêdetir e. Cabello da zanîn ku erdhej li bajarên Trujillo, Yaracuy, Carabobo, Aragua, Miranda, Karakas û La Guairayê bi awayekî tund hatiye hezirkirin. Cabello diyar kir ku li paytexta wan Karakasayê hinek avahî hilweşiyane.
Her wiha banê Balafirgeha Navneteweyî ya Maiquetiayê jî herifiye û hemû firîn hatine betalkirin.
Cabello ji ber metirsiya erdhejên hişyarî da welatiyan û xwest ku welatî nekevin malên xwe û li derve bimînin.













