Komên paramîlîter ên giredayî Dewleta Tirk li bajarê Mabeta û gundewarê wê yên Efrînê bi dehan kurd revandin.
Li gorî çavkaniyên ji bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî, komên paramîlîter ên Dewleta Tirk bi welatiyên Efrînê li nava sûka bajêr revandin. Hate hînbûn ku komên paramîlîter bi navê “Emşat” ji bo serbestberdanê pere ji malbatên kesên hatine revandin xwestine. Navên hin kesên hatine revandin wiha ne: “Xelîl Bêrem, Mihemed Bêrem, Mihemed Yûsif, Ciwan Yûsif, Arif Yûsif, Şiyar Yûsif, Îbo Şabo, Luqman Şabo, Mihemed Welîd Şabo, Arif Yûsif (70), Luqman El Omer (50), Îbrahîm Izet Şabo, Îbrahîm Mistefa û Rêzan Omer.”