Navenda Nûçeyan – Dayika Aştiyê Behiye Sevîm, bi têkoşîna xwe ya serbilind û bêwestan di dilê gelê xwe de her weke sembola aştiyê cih girt. Dayika Behiyeyê ku duh koça dawî kir, di peyamek xwe de gopalê xwe li erdê dixist û digot, “Qey em mirin e? Em hene û em ê hebin.”
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm (71) ku bi salan bû ji bo aştiyê têdikoşiya duh li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dayika Behiye li taxa Darliya Jor a Bismilê ya Amedê hate veşartin.
Dayika Behiye di temenê xwe yê dûr û dirêj de rastî gelek zextan hat, gundê wan hat valakirin û koçber bûn. Di vê rêyê de bedelên herî giran da; keçek û kurekî wê di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan û kurekî wê jî niha di girtîgehê de ye. Lê belê, wê ti carî gav bi paş ve neavêt û weke çalakvanek aştiyê ango Dayika Aştiyê her tim li qadan bû. Bi gopalê xwe di refên herî pêş ê têkoşîna aştî û azadiyê de cih digirt.
Tevî hemû zext û êşan serî netewand!
Navê Dayika Behiye herî dawî di çalakiya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya sala 2024an de, li Qada Şêx Seîd a Amedê ket bîra her kesî. Di çalakiya DEM Partî û DBPê de, gava polîsan xwest mudaxileyî axaftina Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bikin, Dayika Behiye bi gopalê xwe çû cem Çîgdem Kiliçgunê û wek mertalek wê ji polîsan parast. Wê bi bedena xwe ya westiyayî heta dawiya axaftina Çîgdem Kiliçgunê parastina wê kir û rê neda mudaxileyê.
Gotinên wê yên ku di bîra her kesî de man
Piştî vê çalakiyê, Dayika Behiye bi peyveke kurt lê pir bi heybet bandorek mezin li ser bîra civakê hişt. Wê bertek nîşanî zextan dabû, gopalê xwe li erdê dixist û digot, “Qey em mirin e? Em hene û em ê hebin.”
Derbarê jiyana dayika Behiye Sevîm de
Behiye Sevîm di 10ê Gulana 1955an de li gundê Cilînê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Piraniya jiyana wê li gund derbas bûye. Ew dayika 15 zarokan bû. Ji van zarokan sê zarokên wê ji ber nexweşiyeke kronîk jiyana xwe ji dest didin.
Kurê Behiye Sevîm ê mezin Yakûp Sevîm (Mazlûm) di sala 1993yan de tev li PKKê dibe û di 25ê Kanûna 1999an de li Herêma Besta ya Şirnexê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Malbatê hê jî cenazeyê kurê xwe negirtiye. Piştî ku Yakûp tev li PKKê dibe leşker her roj bi ser mala wan de digirin gefan li wan dixwin. Ew jî neçar dimînin ji gund bar dikin û mala xwe dibin gundê Darliya Jor a navçeya Bismilê. Lê leşker dema pê dihesin ku malbat hatiye vî gundî dîsa bi ser mala wan de digirin û zext û zora xwe didomînin.
Piştî zextên dewletê keça wê Kismet jî tev li PKKê dibe. Kismet Sevîm di pêvajoya ku çeteyên DAIŞê de êrişî Rojava kirin de berê xwe dide Rojava û di sala 2014an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wê li wir tê veşartin. Hema bêje yek ferdên malbatê nemaye ku nehatiye binçavkirin.
Kurê Behiye Sevîm Ozgur Sevîm jî di 31 Gulana 2016an de li Nisêbînê di dema şerê Xweseriya Cewherî de hatibû girtin cezayê muebeda giran û 25 sal cezayê giran lê hatiye birîn. Ozgur Sevîm ê ku 10 sal in girtî ye niha li Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê tê ragirtin.












