Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ya ku dê 27-28ê hezîranê de li Amed, Wan, Mersîn û Stenbolê pêk were, li Xarpêt, Amed û Çewlîgê broşur hatin belavkirin û gel ji bo mitîngê hat vexwendin.
Tevgera Jinên Azadiyê (TJA), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê 27-28ê hezîranê li bajarên Mersîn, Wan, Stenbol û Amedê mitîng li dar bixin.
Ji bo mitînga ku dê bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk’ ve saet di 17.00an de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, xebat berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de li 17 navçeyên Amedê xebat berdewam dikin. Di xebatên li gund û navçeyan tê kirin de girîngiya mitîngê hat destnîşankirin û banga tevlibûnê hat kirin. Di danê êvarê de jî park û qehwexane hatin ziyaretkirin û gel ji bo mitîngê hat vexwendin.
Xarpêt

Rêxistina DEM Partiyê ya Xarpêtê û Meclisa Ciwanan ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ya banga tevlibûnê kirin. Endamê PMa DEM Partiyê Ugur Bayrak di daxuyaniya li pêşberî avahiya partiyê hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Ji bo azadiya rêvebir û sermuzakerevanê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Abdullah Ocalan, em ê di 28ê Hezîranê de saet di 17.00an de li Amedê kom bibin. Em jî jê Xarpêt, Çewlîg, Dersîmê wek neviyên Şêx Seîd û Seyîd Riza tevî hezaran, em ê li Amedê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin. Di govenda azadiyê de em ê stranên azadiyê bistrên û em hemû gelê xwe vedixwînin.”
Piştre broşur hat belavkirin û gel ji bo mitîngê hat vexwendin.
Çewlîg

TJA, DBP û DEM Partî li Çewlîgê bi rojan e, ji bo amadekariya mitîngê xebatan dikin. Di vê çarçoveyê de li navendê stand hatin danîn, gund û navçe hatin ziyaretkirin û welatî ji bo mitîngê hatin vexwendin.















