DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li Parka Haciahmetê şahiyek li dar xist û gel vexwend mitîngê.
Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê dê ji bo azadiyê fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê hezîranê de li Wanê û Mersînê û di 28ê hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve” mitîng bên lidarxistin. Li Stenbolê mitîng dê li Qada Bagcilarê bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan weke axêver û Koma Agirê Jiyan û Tara Mamedova jî bi stranên xwe tev li mitîngê dibin.
Ji bo Mitînga Azadiyê li Stenbolê amedekariyên DEM Partî, TJA, DBP û HDKê bênavber didome. DEM Partî derbarê amedekariyên mitîngê de li Parka Haciahmetê ya navçeya Beyoglûyê şahiyek li dar xist. Welatiyên taxa Haciahmetê, Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partî, DBP û HDKê tevli şahiyê bûn.
Di şahiyê de govend hat gerandin. Di gerandina govendê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Paşê axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku roja mitîngê ew li benda her kesî ne û gel vexwendin Mitînga Azadiyê.
















