Tîma Amedsporê amadekariyên xwe yên ji bo sezona nû bi lez û bez didomîne. Rêveberiya tîmê piştî ku peyman bi rahênerê Besnik Hasi re îmze kir, niha jî lîstikvanên serkeftî Ermal Krasniqi û David Bates tev li kadroya xwe kir. Bi her du lîstikvanan re peymana 2+1 hate îmzekirin.
Amedsporê ji bo ku di Lîga Superê de serkeftineke mayînde bi dest bixe, berî niha bi rahênerê Kosovayî yê 54 salî Besnik Hasi re peymana fermî îmze kiribû. Piştî hatina Hasi, rêveberiyê dest bi xurtkirina kadroyê xwe ya futbolîzan kir û berê xwe da lîstikvanên xurt.
Ji bo xeta êrişê Ermal Krasniqi
Di vê çarçoveyê de, Amedsporê ji bo xeta êrişê, lîstikvanê baskê rastê Ermal Krasniqi transfer kir. Rêveberiya klûbê derbarê vê transfera girîng de daxuyaniyeke wiha parve kir:
“Ermal Krasniqi bi leza xwe, kapasîteya xwe ya teknîkî û çalakiya xwe ya di xeta êrişê de balê dikişîne. Em bawer dikin ku ew ê tevkariyeke mezin bide tîma me. Em xêrhatina wî dikin û hêvî dikin ku ev peyman ji bo tîma me rêya serkeftinê veke.”
Stoper David Bates
Amedspor tenê bi xeta êrişê re sînordar nema, stoper David Bates jî transfer kir. Mîna Krasnîqî, bi stoper Bates re jî peymaneke 2+1 salî hate îmzekirin. Klûbê ji bo stoperê xwe yê nû peyama “Bi xêr hatî” weşand û daxwaza sezoneke tije serkeftin kir.
Bi van her du transferên destpêkê û di bin serkêşiya rahêner Besnik Hasi de, Amedsporê nîşan da ku ji bo lîstikeke serkeftî berê xwe dide Lîga Superê. Alîgirên Amedsporê jî bi kelecaneke mezin li bendê ne ku ka ev kadroya nû wê di sezona pêş de çi encaman bi dest bixe.













