Polîsan êrişî ciwanên ku belavoka Mitînga Azadiyê belav dikirin kir, 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin.
Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê dê ji bo azadiyê fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 28ê hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve” mitîng bên lidarxistin. Li Stenbolê mitîng dê li Qada Bagcilarê bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan biaxivin û Koma Agirê Jiyan û Tara Mamedova jî bi stranên xwe tev li mitîngê dibin.
Li Stenbolê gelek navçeyan amedakariya mitîngê bênavber didome. Li navçeya Baxcilarê ciwanan belavok belav kirin. Polîsan êrişî çalakiya ciwanan kir, di encama êrişa polîsan de 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin.
Kesê ku navê wan hatiye aşkerekirin wiha ye: Eda Baydogan, Fûrkan Aksû, Emîrhan Tûran, Sînan Çoban.
Ne diyar e ku ciwanan birina kîjan qereqolê.













