Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herikîn qada mitîngê. Welatiyên tev li mitîngê bûn bang li dewletê kir ku bêyî pêvajoyê derengî bike demildest gavên berbiçav biavêje û wiha got: “Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad bibe.”
Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê duh li Wan, Mêrsînê, Amed û Stenbolê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitîngên bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Civaka Demokratîk Ve” hatin lidarxistin. Yek ji cihê mitînga herî qerebarix û heybet lê hate lidarxistin mitînga li Qada Îstasyonê ya Amedê û bi deh hezaran welatî beşdar bûn.
Welatiyên ku tev li mitîngê bûn diyar kirin ku dewlet pêvajoyê bi derengî dike û xwestin pêvajo demildest encam bigire.
‘Civakeke ku Rêberê wê dîlgirtî be ew civak ne azad e’
Welatiyên Amedê destnîşan kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe civak azad nabe û wiha gotin: “Civakeke ku Rêberê wê dîlgirtî be ew civak ne azad e. Ji bo azadiya civakê divê Rêberê mirov azad bibe. Ev mitîng jî ji bo wê tê lidarxistin û heta niha me girseyeke wiha nedîtiye. Banga me ji dewletê ye gavan biavêjin.”
‘Em dixwazin deriyên hepsan bê vekirin’
Welatiyan anî ziman ku gel bi biryarî aştiyê dixwaze û ev tişt gotin: “Em dixwazin Serokê me azad bibe deriyên hepsan bê vekirin. Serokê me azad bide dê temamî Rojhilata Navîn azad bibe. Ji ber ku Serok Apo edalet, wekheviyê dixwaze azadiya gelan girêdayî azadiya Serok Apo ye.”












