Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 101emîn salvegera komkujiya Şêx Seîd û hevalên wî, daxuyaniyek parve kir û got: “Divê gora Şêx Seîd û hevalên wî were eşkerekirin û îtîbara wan bê teslîmkirin.”
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 101emîn salvebera komkkujiya Şêx Seîd li ser hasaba xwe ya medya dîjîtal daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Gelê Kurd û Kurdistanî ji ber feraseta yekperest a komarê bi tundiyên cûrbicûr re rubiru ma û wiha got: Bi damezrandina komarê bi awayekî tundî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê hatin destpêkirin û pirrengiya li ser erdnigariya me tune hat hesibandin. Bi van polîtîkayan tenê hebûna gelan nehat hedef negirtin, herwiha li hemberî pêşeng û rûspiyên gel, polîtîkayên bêrêziyê jî hatin meşandin. Bi vê armancê, mafê definkirin û şînê yê kesayetên Kurd jî hat binpêkirin û şûna gora wan nepen hat hiştin.
‘Îtîraza gelê Kurd li dijî înkar û asîmîlasyonê bû’
Di berdewama daxuyaniyê de helwesta li dijî Şêx Seîd Efendî û hevalên wî hatiye nîşandan ji polîtîkayên nêrêziyê ye û ev tişt hatin gotin: “Îtiraza gelê Kurd a di şexsiyeta Şêx Seîd Efendî de derket holê ku li dijî polîtîkayên înkar û asîmilasyonê bû, rastî êrîşeke mezin hat. Bi hinceta serhildanê pêşengî û rûspiyên Kurd hatin desteserkirin, qetilkirin û sirgûnkirin. Şêx Seîd Efendî û 47 hevrêyên wî jî di 29ê Hezîrana 1925an de li Qada Daxkapiya Amedê bi awayekî lezgînî hatin bidarvekirin.”
‘Polîtîkaya bêgor hiştinê berdewam e’
Înîsiyatîfê bi bîr xist ku tevî bi ser darvekirina Şêx Seîd 101 sal derbas bûne jî hê jî cihê gora wî ne dîyar e. û wiha got: “Lewra “bêgor hiştin” û “nasnekirina mafê definkirin û şînê” wekî polîtîkayeke fermî hat pejirandin û ev polîtîka hê jî bênavber didome. Bi armanca rewakirina zext û zordariyan û bêîtibarkirina Şêx Seîd Efendî bi her awayî polîtîkayên dezenformasyonê jî hatin meşandin. Ji ber vê ye ku di pirtûkên dibistanan û gotinên sîyasî de rastiya serhildan û îtiraza gel her tim hat berevajîkirin û li hemberî şexsiyetên rûspiyên Kurd nêrêziyeke mezin hat kirin.”
‘Civak polîtîkayên li dijî Şêx Seîd qebûl nekir’
Di birfirehiya daxuyaniya xwe de Înîsiyatîfê da zanîn ku polîtîkayên li dijî Şêx Seîd ji aliyê civakê ve tu car nehatin qebûlkirin û wiha pê de çû: “Civaka mutedeyyîn û gelê Kurd 101 sal in ku li mîrate û bîranînên wî û yên hevrêyên wî xwedî derdikevin. Israra bi bawerî ya xwedîderketina mîrateya wî, nîşaneya têkçûn û pûçbûna polîtîkayên bêgor û bêbîr hiştinê ye. Lewma ji bo veguherîna demokratîk a komarê, divê teqez hevrûbûneke rasteqîn pêk were. Bi taybetî di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de pêwistî bi lihevhatineke berbifireh heye. Di vê serdemê de tenê ne bi kesên dijîn re, divê dewlet bi miriyên ku hê jî mezelên wan nehatine aşkerekirin re jî aştiyê ava bike.”
‘Divê gor bên eşkerekirin, îtîbara wan bê teslîmkirin’
Înîsiyatîfê bang kir ku şûna gora Şêx Seîd û hevalên wî demildest were eşkere kirin û wiha derbirî: “Divê ji bo îade-î îtibara wan gavên pêwîst werin avêtin. Lewra pêkhatina bendewariya gelê Kurd bêguman dê hêz bide pêvajoya aştî û civaka demokratîk û dê feraseta xweşbîniyê di nava gelan de geştir bike. Bi van nêrîn û daxwazan, em di 101emîn salvegera qetilkirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wi de wan hemûyan cardin bi rêzdarî bi bîr tînin, li ber têkoşîn û bîranînên wan bejna xwe ditewînin.”














