Siyasetmedar Orhan Dogan li ser gora xwe ya li Cizîrê hat bibîranîn û di bîranînê de peyamên aştiyê hatin dayîn.
Siyasetmedar Orhan Dogan di 19emîn salvegera xwe ya koça dawî de li ser gora wî ya li Goristana Esrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat bibîranîn. Berdevka DEM Partiyê û keça Orhan Dogan Ayşegul Dogan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnex Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, gelek endamên û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tev li bîranîna ji MEBYA-Der a Şirnexê hatiye amadekirin, bûn.
‘Orhan Dogan her tim şerê aştiyê dikir’
Piştî rêzgirtina ji bo hemû cangoriyên azadiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û got ku ew tu carî kesayetên weke Orhan Dogan ên jiyana xwe qurbanî demokrasî û aştiyê kirine ji bîr nakin û wiha axivî: “Wî her şerê aştiyê kir. Ji bo mafên gelê Kurd bide qebûlkirin têkoşînek mezin da. Ew ji bo me weke bîra têkoşînê ye û em ê li ser şopa wî têkoşîna wî ya aştiyê berdewam bikin.”
‘Gelê Kurd ji bo her kesî aştiyê dixwaze’
Ayşegul Dogan jî bi lêv kir ku malbata bavê wê gel e û wiha axivî: “Malbata wî gelê Kurd e û gel ev 19 sal in ew tenê nehiştine. Em minetdarê malbata xwe ne. Xweziya wî jî ev rojên ber bi aştiyê ve diçin dîtiba. Êdî her kes aştiyê dixwaze û naxwaze xwîn birije. Gelê Kurd dijmintiyê bi tu kesî re nake û ji bo her kesî jiyanek wekhev dixwaze. Gelê Kurd ji bo her kesî aştiyê dixwaze.”
Bîranîn piştî axaftinan gul danîn ser gora Orhan Dogan û bi xwendina duayan bi dawî bû.


















