Li Stenbolê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk Mitînga Azadiyê hate lidarxistin. Mitîng bi tevlibûna hezaran bi dawî bû.
Bi pêşengiya Platfroma Saziyên Demokratîk li Stenbolê Mitînga Azadiyê hat lidarxistin. Mitîng li Qada Baxcilarê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve” hat lidarxistin. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li mitînge bûn. Hezaran kes bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” ketin li qadê. Parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî û hezaran kes tev li mitîngê bûn.
Di serî de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî, paşê Hunermend Tara Mamedova derket li ser dike û stranên xwe got. Piştre Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Mitîng bi konsera Koma Agirê Jiyan bi dawî bû. Di dawiyê de gel bi stranên Agirê Jiyan bi deqîqeyan govend gerand. Piştî govendê gel bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ li qadê derket.











