Cenazeyê Erol Kurt ê ku piştî 11 salan radestî malbata wî hate kirin, li Wanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Cenazeyê Erol Kurt (Baxtiyar Botan) ê PKKî yê ku di sala 2016an de li bejahiya Koyûlhîsar a Sêwasê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 11 salan radestî malbata wî hate kirin
Cenazeyê Kurt li Goristana Yukari Tekke ya Sêwasê hate veşartin. Piştî ku di sala 2022’an de hate ragihandin ku Kurt jiyana we ji dest daye, malbatê ji bo wergirtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêwasê da. Ji bo tespîtkirina cenaze malbatê mînaka DNAyê da, lê piştî 4 salan bersiv jê re hate dayin.
Piştî ku encama DNAyê aşkera bû, malbatê cenaze wergirt û anî Goristana Karşiyaka ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê.
Endamên komeleya MEBYA-DERê jî di nav de gelek kes beşdarî merasîma cenaze bû. Cenazeyê Erol Kûrt piştî bicihanîna wecîbeyên olî bi dirûşma “Şehîd namirin” hate veşartin.













