Berdevk û Endamê Desteya Rêveber a PJAKê Rêwar Awdanan diyar kir ku Muxafizên Şoreşê berpirsê pevçûnên li Kurdistanê ye û mafê parastina rewa ya cewherî mafekî qanûnî û rewa ye.
Endamê Destesta Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Rêwar Awdanan derbarê pevçûnên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê li ser platforma (X) ya medyaya dijîtal daxuyanî da.
Berdevkê PJAKê Rêwar Awdanan ragihand ku berpirsyariya bûyera pevçûnên ku li Mehabad, Pawe û navçeyên din ên Kurdistanê çêbûne, rasterast di stûyê hêzên terorîst ên Supayê Pasdaran de ye.
Awdanan diyar kir kir ku li beramberî her êrişeke ku li ser neteweya Kurd û hêzên PJAKê pêkbê, bikaranîna mafê parastina rewa, çi ji aliyê Yekineyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û çi jî ji aliyê hêzên xwe-rêxistinkirî yên gel ve, bi temamî rewa û qanûnî ye.
Hêjayî gotinê ye ev yek di demekê de ye ku di nav vê mehê de, Supayê Pasdaran ya rejîma Îranê gelek caran sînorên Mehabad, Merîwan û Baneyê bombebaran kiribûn; YRKê jî ragihandibû ku ev êriş bêbersiv namînin.
Her wiha Ciwanên Niştimanperwerên Kurdistanê îro bi daxuyaniyek ragihandin ku wan li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê 2 cerdevan (noker) cezakirine û du cerdevanên din jî bi giranî birîndar kirine. Hat gotin ku cerdevanên hatine cezakirin destê wan di şehîdkirina gerîlayên azadiyê de hebûn û li dijî gel dixebitîn.













